Zarokan kêliyên şewata girtîgehê vegotin

EDENE - Serdozgerê Komarê yê Edeneyê, îfadeya zarokên ku ji ber şewata di qawişa zarokan a li Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de birîndarbûne girt. Zarokên ew kêlî vegotin wiha gotin: “Sunger bi lez dişewitî, em hemû bi hevre reviyan serşokê û me çavê xwe li nexweşxaneyê vekir.”

Di 18’ê Çileyê de li Qawîşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê şewat derketibû û di wê şewatê de 3 jê giran 6 zarokên girtî birîndar bûn û ji zarokên birîndar Muhammet Erdogan ê 17 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de Serdozgerê Komarê yê Edeneyê lêpirsîn dabû destpêkirin û îfadeya hinek zarokan hat girtin.

EW KÊLÎ VEGOTIN

Zarokê bi navê A.B. ê di qawişa şewat lê derketî de dimîne û birîndar bûbû di îfadeya xwe ya dayîn dozger de diyar kir ku ev 1,5 di odeya hêjmar 5 a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê de dimîne û roja bûyerê ew birine odeya hêjmar 4. A.B. da zanîn ku zarokên bi navê C.Y.,F.K., M.A., R.K. û M.E. li qawişê bûn, R.K. ji wan re gotiye ‘êz ê qawişê bişewitînim’ û wiha got: “Min ew cîdî negirt. Ji ber ku R. gelek diaxivî û her tim derew dikirin. Ji ber vê min guh neda gotinên wî. Ligel R. çeqmaqek kesek hebû. Min ew çeqmak dema em bi hevre li odeya 5’an bûn ligel wî dît. Piştî me xwarin xwar ez çûm serşokê. Piştî 5 qedeyan dema ji serşokên derketim min dît hevalên min cihên xwe li ber derî komkirine û dişewitînin. Min bi tasa ku li serşokê ye hewlda agir vemirînim lê min nekarî. Ger ez ne xelet bim M.A. û M.E. jî ji bo agir vemirînin alîkarî dan min. Lê R. derket pêşiya me û got ‘bihêlin bila bişewite’ û nehişt em agir vemirînin. Bawerin kesên berê li odeyê diman biryar dabûn ku odeyê bişewitînin. Ez dihizirim ku wan dinava xwe de plan çêkirine û ode şewitandin. Paceya li serşokê jî şikandibûn. Dema min agir divemirand destpêkê M.A. û M.E. alîkarî nedan min. Li dora R. bûn. Lê piştre fikrê xwe guherandin û ji bo agir vemirînin alîkarî dan min.”


'EZ NIZANIM KÎ AGIR PÊXISTYE’

A.B. bi lêv kir ku ji ber ku cihên ew ser dirazan sunger bûn bi lez şewitîn û wiha pêde çû: “Em bi hevre ketin serşokê. Nayê bîra min ku me li serşokê çikir. Dema min çavên xwe vekir li nexweşxaneyê bûm. Min nedît kê agir pêxist lê ez dihizirim ku R.K. kiriye. Kesên din jî îxtîmalek mezin bi wî re tevgeriyane. Ger ne bi wî re bana dema min hewlda agir vemirînim şûna li pêşiya min bibin asteng dê alîkariya min bikrana. Agahiya min jê nebû ku dê odeyê bişewitînin. Ez çûm odeyê û piştî 40 qedeyan ode şewitandin. Ger sûcekê avêtibin ser min hebe ez qebûl nakim. Ji ber vê bûyerê di vê meheleyê de tu giliyên min tune ne.”

'EM VIR BIŞEWITÎNIN Û BÊN SEWQKIRIN’

Zarokê bi navê C.Y. ê di bûyerê de birîndar bû jî wiha axivî: “Ev 18 rojin ez li girtîgehê me û di dema bûyerê de birîndar bûm. Ligel min F. K., M. A. û M. E. Diman. Berê R. K. Û piştre jî A.B.,ji odeya 5 anîn odeya me ya hejmar 4. R. dema hat odeyê got ‘em vir bişewitînin û da me sewq bikin. Ev der çiye? Sewq baştire. Dê me bibin Enqereyê, li wir odeyên yek kesî hene. Çi karê me li vir heye. Dê girtîgehek nû ve be ger me biçin wir dê gelek mafên me hebin’. Me gotinên wî cîdî ne girtin. Di destê R. de çeqmaqek kesek hebû û çarekê vêxist. Ez nizanim ku ew çeqmaq ji ku anî bû. Me saet di 22.00’an de xwarin xwar. Saet di 23.00’an de em hemû raketin. R. li ser piyan bû û li nava odê digeriya. Wê demê ez raketim. Piştre kesekê nayê bîra min kî bû ez şiyar kirim. Dema min çavên xwe vekir hemû cih duxêl bû. Tu cih ne dihat dîtin. Ji min re gotin rabe tu dê bimirî biçe serşokê. Ez li ser cihê xwe ji duxêlê bibandor bûbûm. Ez bi zorê rabûm. Du kes ketin bin milê min û ez birim serşokê. Li serşokê hewldan derî bigirin. Piştre ez ji ser hişê xwe çûme. Dema min çavên xwe vekirin ez li nexweşxaneyê bûm. Bawerin R. bi tena serê xwe ev kir. Li gorî ez ji memûrên girtîgehê fêr bûm, R. gotiye wî bi tena serê xwe ev kar kiriye. Dema bîhîst rewşa zarokên din girane got ‘min bi tena serê xwe şewitandiye’. Ez nizanim kê ode şewitand û min ne dît.”