STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya 617'emîn de aqûbeta xizmên xwe pirsîn û Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu yê piştgirî da çalakiyê wiha got: "Em bêyî ku tarîtişa paşerojê ve hevrû bibin hatine îro. Navê dewleta ku dê nû ava bikin dewleta kur a neteweyî ye. Em wî dewleta kur nas dikin. Ev cînayet bi mutabaqata neteweyî pêk anîn."
Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin cara 617'emîn li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in winda li kû ne" hate vekirin wêneyên windayan û qurnefîl hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Şahîn ê li Şaredariya Beyogluyê karkerê paqijiyê bû û di 18'ê çileya 1996'an de hate windakirin hate pirsîn.
'ME RÛYÊ DEWLETÊ YÊ NERM NEDÎT'
Di çalakiyê de ewil kurê Huseyîn Taşkaya yê di 1993'yan de li navçeya Sêweregê ya Riha di bin çavan de hate windakirin, Şerîf Taşkaya axivî û wiha got: "Me rûyê dewletê yê nerm 100 sal in nedîtiye. Bi salan e windahiyan aşekara nake. Ev çarek serdem e em li vî qadê ne û em ê li vir bin jî. Xwezî Kîraz Şahînê rûyê dewletê yê nerm bidîta û piştre bimira."
'WINDAHIYÊN NEDIBÛ'
Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de hate windakirin, Îrfan Bîlgîn jî wiha axivî: "Bila Kîraz rehet rasê, heta em li vir bin em ê wêneyê Îsmaîl hilgirin û pirsa li kû ye bikin." Bîlgîn anî ziman ku ger ku dewlet çend kiryaran bidarizîne windayên din çênabe.
'ERDOGAN BERPIRSYAR E'
Birayê Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hate windakirin, Alî Ocak jî di çalakiyê de axivî û wiha got: "Rêveber wekî wî rojê îro jî ker, kor û lal in. Berpirsyariya aşkeranekirine aqûbeta Îsmaîl Şahîn Recep Tayyîp Erdogan ê ku wê demê Şaredarê Bajarê Mezin bû."
'BÊYÎ HEVRÛ BIBIN HATIN VAN ROJAN'
Parlamenterê CHP'e Sezgîn Tanrikulu yê ku piştgirî da dayikan jî wiha got: "Bêyî ku em tarîtiya paşerojê re hevrû bibin hatin îro. Navê dewleta ku dê nû ava bikin dewleta kur a neteweyî ye. Em wî dewleta kur nas dikin. Ev cînayet bi mutabaqata neteweyî pêk anîn. Ez dixwazim ku wekîlên jin ên ku li Meclîsê porê jinan dikişînin û kulmê davêjin jî bên vê derê û vî piştevaniyê bibinîn ku ji hemû xirabiyan xwe rizgar bikin."
Daxuyaniya vê hefteyê jî ji Mirovên Şemiyê Rezan Karaman xwend. Karaman a gotina "Çi bi Îsmaîl Şahîn hat em ê vî pirsî bipirsin" bi kar anî wiha berdewam kir: "Em bi qebûlkirina pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ku ji sîstema parlamenteriyê derbasî sîstema serokdewletiyê dibe ve dikevin hefteya 617'emîn. Çi heyf e ku banga raya giştî ya bibêjin 'na' bersiv nedît. Ev guhertina ku li dijî edmokrasî, aştiya civakî, mafên mirovan û serdestiya hiqûqê tehdîdekî mezin e ji Meclîsê derbas bû."
DEMA LI ŞAREDARIYÊ DIXEBITÎ WINDA BÛ
Karaman got ku Kîraz Şahîn a ku 19 salan têkoşiya û aqûbeta hevserê xwe pirsî bêyî ku bersiva vî hîn bibe jiyana xwe ji dest daye û ew iro jî pirsa "Îsmaîl Şahîn li kû ye" dikin û wiha got: "Îsmaîl Şahîn ê 36 salî û bavê 2 zarokan bû li Şaredariya Beyogluyê karkerê paqijiyê bû. Endamê Genel-Îş'ê ya DÎSK'ê bû. Di 18'ê çileya 1996'an de saet di 06.30'an de bi 2 kesan re di wesayîta paqijiyê ya plaqeya 34 ATZ 59 ve dest bi kar kirin. Dema ku ji cadeya Îstîklalê dest bi kar kirin û hatin Zanîngeha Mîmar Sînan hevalê wî got Îsmaîl Şahîn bi geziya di destê xwe de winda bûye. Malbata Şahîn got ku ev kesên ku her tim digiriyan agahiyên bi nanokî dane û tirsiyane ku biaxivin. HEman rojan keça Îsmaîl a 4 salî ji dayika xwe re gotiye bavê xwe di televîzyonê de bi polîsan re dîtiye."
'NEHIŞTIN BI ERDOGAN RE HEVDÎTINÊ PÊK BÎNE'
Kamaran got ku ji ber ku Şahîn di saetên meaiyê de winda bûye serî li Şaredariya Beyogluyê dane û xwestine bê dîtin wekî xwediyê kar şaredari divê bûyerê lêkolîn bike û wiha got: "Serî li Emniyeta Beyogluyê dan. Serî li dozgeriyê dan û gilî kirin, xwestin aqûbeta Îsmaîl Şahîn lêkolîn bikin. Ligel hemû hewldanên malbatê û serlêdanan nehîştin bi Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Recep Tayyîp Erdogan ve hevdîtinê pêk bînin. Hewldanên Kîraz Şahîn ên 19 salan bêencam ma. Dewletê lêpirsînekî berfireh û bi bandor nekir, berpirsyariya xwe bi cih neanî. Heta niha nayê zanîn ku çi hatiye serê Îsmaîl Şahîn."