Frena kamyonê li ber deriyê midûryeta polîsan teqiya

STENBOL - Li ber Midûryeta Polîsan a Stenbolê piştî duh êrîşa çekdarî pêk hat, îro jî polîsan gule li kamyona bi hişyariya ‘raweste’ nesekinî reşandin. Hat diyarkirin ku di kamyona frena wê teqiya de 2 kes hatin binçavkirin.

Li ber Midûryeta Polîsan a Stenbolê ji duh were rageşî rûdidin. Li ber midûryeta ku duh rastî êrîşa çekan hat vê carê jî kamyona ku li ser hişyarî “raweste” ne sekinî bariyer derbas kir. Hat diyarkirin ku polîsan gule li kamyonê reşandine û frena kamyonê teqiya ye. 2 kesên di kamyonê de hatin binçavkirin ku koma pispor a bombeyan di wesayîtê de lêgerîn pêk anîn.

DERBARÊ ÊRÎŞA BI ÇEK DE 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li aliyê polîsan derbarê êrîşa li dijî Midûryeta Polîsan a Stenbolê û avahiya AK Partiyê de li 15 navnîşanan operasyon pêk anîn û 5 kes binçav kirin.