EDENE - Hat diyarkirin ku endamê DAIŞ'ê yê li Bab'ê 2 leşkerên TSK'ê şewitandin Hasan Aydin e û berê li Tirkiye 2 caran hatiye binçavkirin û serbest hatiye berdan. Aydin li gel ku li Hatayê bi malzemeyên leşkerî hat binçavkirin dîsa serbest hatibû berdan.
Di 24'ê Kanûna 2016'an de hat diyarkirin ku DAÎŞ’ê li El Babê 2 leşkerên TSK'ê şewitandin û înfaz kirin. Piştre ev vîdeoyên ku tê îdîakirin leşker şewitandine bi riya medya civakî li civakê hat parvekirin. Derket holê ku leşkerên salek berê ji aliye DAIŞ'ê ve dîl hatine girtin Seftar Taş ê 22 salî û Fethî Şahin e. Seftar Taş ji Îdirê û Fethî Şahîn jî ji Osmaniyê ye. Seftar Taş dema li Kilisê li Qereqola Hidud a Şehit Mehmet leşkeri dikir, di 1'ê Îlona 2015'an de ji aliyê DAİŞ'ê ve hat revandin û dîl hat girtin. Ji wê demê heta niha malbata Taş agahiyê ji kurê xwe nagirin. Têkildarî vê yekê rayedarên hikûmetê gotin em lêkolîn dikin, lê hêj tu daxuyanî nedan. Di ser bûyerê re 27 roj derbas bûn, lê hêj bersîva bavê leşkeran nehatiye dayîn.
Çend roj berê di rojnameyan de hat diyarkirin ku kesên di dîmeman de leşker şewitandine ji Tirkiye ne. Piştre derket holê ku endamên DAIŞ'ê yên leşkerên TSK'ê şewitand ji Tirkiye ne û navê yekî Hasan Aydin e. Malbata Aydin 40 sal berê ji navçeya Çermûkê koçber bû û li Edeneyê bi cih bû. Hasan Aydin kurê malbatê yê herî biçûk e û di sala 2012'an de ji endamtiya "Rêxistina El Kaide" hat binçavkirin û dîsa hat berdan.
LI SER SÎNOR TEVÎ ÇEKAN HAT BINÇAVKIRIN DÎSA HAT BERDAN
Hasan Aydin 3 sal şûnde di sala 2015'an de li ser sînorê Hatay û Sûriyê dema bi dolmîşê malzemeyên leşkerî û drone derbas dikir ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Aydin piştî hat binçavkirin û derxistin dadgehê dîsa serbest hat berdan.
Hasan Aydin ê bavê 2 zarokan e, piştî serbest hat berdan di 8'ê Gulana 2015'an de li gel malbata xwe ji holê winda bû. Hasan Aydin, 4 meh şûnde li xizmê xwe geriya û diyar kir ku li Sûriyê ye. Aydin ji xizmên xwe got "Ez li Membiçê me, em baş in meraq kenik" û diyar kir ku tev li DEAŞ'ê bûye.
YÊ LI PIŞT DIŞIBE BIRAYÊ MIN
2 birayên Aydin Remzi û Recep Aydin di 31'ê kanûnê de li Edeneyê hatin binçavkirin û girtin. Birayê Aydin Davut Aydin jî bi biryara dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hat berhdan. Davut Aydin, ji ber ku birayê wi liser sînor serbest hat berdan bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Xwesî wê demê birayê min girtibûna. Ger ku wê demê hatibûya girtin dê niha birayê min Hasan Aydin dê ligirtîhê bûya. Xizmeta rexistinek wisa hov nedikir. Em roj bi vê êşê diqeherin."
Birayê Hasan Aydin Davut Aydin jî diyar kir ku kesê wêneyê wî di rojnameyan de hat weşandin ne birayê wî Hasan Aydin e. Davut Aydin, Tê gotin ku di wî dîmenê ku hovîtî pêk anîye birayê min e. Lê di wêne de ne yê li pêş, yê li pişt xuya dike dişibe birayê min. Yanî wêneyê ku rojnameyan belav kiriye ne Hasan Aydin e."