STENBOL – Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 252'an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kir. Komisyona ÎHD'ê diyar kir ku di sala 2016’an de li girtîgehan 47 girtiyên nexweş ji yana xwe ji dest dan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 252'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan pankartên "Tecrîd dikuje, bila Tîpa F bê girtin" a kesên di sala 2016’an de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane nivîsandiye vekirin. Komê bê navber siloganên "Bêdeng nemîne dê dor bê we jî" û “Dawî li lêgerina bi Kelepçe bînin" û "Rûmeta me dê îşkencê bişkîne" berz kirin. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser girtiyên nexweş yên di sala 2016'an de jiyana xwe ji dest dane.
‘DI QANÛNÊ DE CIHÊ WÊ TUNE'
Endama Komisyonê Prz. Zeynep Ceren Toprak diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Li gorî Zagona înfaza Ceza mafên starê yên girtî û hikûmxwaran li girtîgehê heye. Lê rayedarên girtîgehê tu heqên girtiyan ên zagonî nas nake. Gelek girtî rastî binpêkirinên ku di zagonan de tune tên. Qanûn diyar dike ku girtiyên rewşa wan giran de dikarin bên tahliyekirin. Lê ligel zagon destûr dide rayedar zagonan îhlal dikin û destûrê nadin. Di qanûna înfazêde cihê lêgerîna tazî û bi kelepçe tune ye. Rêziknameyê li dijî qanûnan amade dikin. Di qanûnê de cihê lêgerîna bi kelepçe û lêgerîna tazî tune ye. Em dê têkoşîna ji bo mafên girtiyan berdewan bikin. Em bang li hemû parazvanên mafên mirovan dikin ku li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin.
MAFÊ JIYANÊ JI DESTÊ WAN TÊ GIRTIN
Endamê Komisyonê Taylan Bekin jî daxuyanî xwend û anî ziman ku 30 salin hewl didin ku geşedanên li girtîgehê bi raya giştî re parve bikin û wiha got: "Ji sala 2012'an û şûnde li girtîgehên Tîpa F binpêkirina mafan zêde bûye. Mafên girtiyan ên zagonî ji destê wan tê girtin. Em ji bo parastina mafên wan têdikoşin. Girtî ji ber baş nayên xwedîkirin û şertên tenduristî û paqijiyê pêk nayê nexweş dikevin. Girtiyên nexweş jî nayên dermankirin. Tirkiye di parastina mafên girtiyan de peymanên navneteweyî yên îmze kirine binpê dikin."
‘47 GIRTIYÊN NEXWEŞ JIYANA XWE JI DEST DA
Bekin, anî ziman ku mirov bi mafê xwe mirov e û berî her tiştî mafên wan ên mirovahiyê heye û wiha dawî daxuyaniyê anî: "Li girtîgehê her dem doktor tune. Her dem ambulans tune. Girtîgehên ku tê îdîakirin cihê bi ewle ne girtî lê jiyana xwe ji dest didin. Di sala 2016'an de 47 girtî û hikûmxwaran li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
Em dixwazin di sala 2017'an de dewlet li hemberî van binpêkirinên mafan û jiyanê tedbîran bigirni.
Daxuyanî bi siloganan bi dawî bû