Kadikoyî di 'Na' de hatin cem hev!

STENBOL - Rexistinên demokratîk ên li Kadikoyê hatin cem hev li dijî sîstema serokdewletiyê di "NA" de hatin cem hev.

"Platforma Kadikoyê ya Na" a ku ji aliyê rêxistinên demokratîk ên Kadikoyê ve hate damezirandin li dijî sîstema serokdewletiyê ya di paketa guhertina qanûna bingehîn de derket li Îskeleya Beşîktaşê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Desthilatdarî bêşert ya milet e, ji Serokdewletiyê re Na" hate vekirin û nepoxên li ser nivîsên "Ji serokdewletiyê re na" û dowîzên "Em di Na de hatin cem hev" "Gotina na peywira hemwelatibînû ye" "Hişyar be Tirkiye" "Ji rejîma yek zilam re na" hatin hilgirtin. Di çalakiyê de daxuyanî SErokê CHP'ê yê Kadikoyê Alî Narîn da.

BINPÊKIRIN ZÊDE BÛN

Narîn binpêkirinên ku li Tirkiyeyê zêde bûn bi bîr xist û wiha axivî: "Ev îxtidar 14 sal in welat bi rêve bir. Piştî ku welat ber bi tarîtiya eborî û siyasî ve bir îdia dikin ku dê îstikrar û aramî bi sîstema serokdewletiyê ve bê. NA. Sedema bêaramiya vî welatî AKP bi xwe ye. AKP dînamîtê dixe bin aramiya civakî. Ev îxtidar dixwaze me qanî bike ku dê bi sîstema serokdewletiyê ve hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Rejîma dîktayê li ser me ferz dike û refahê wead dike. Serokdewletiya tîpa tirk jibilî dîktatoriyê tiştekî din nîne."

'EM Ê BI ISRAR BIBÊJIN NA'

Narîn ê gotina "em ê hebûna xwe teslîmî kesekî nekin" bi kar anî wiha axivî: "Pêwîstiya vî welatî bi demokrasî, azadî û aştiyê heye. Pêdiviya vî welatî bi dawîbûna xizanî û nelirêtiyê heye. Lê pêdiviya vî welatî bi dîktatorekî nîne. Em çi dixwazin bigirin. Em ê ji bo azadî, xwebiratî û laîqbûnê bibêjin NA. Em ê serî netewînin, netirsin û bi israr bibêjin NA."

Narîn banga berxwedanê li hemû kesan kir.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.