Meclîsa Baweriya Elewiyên Bektaşî li Semsûrê kom bûn

SEMSÛR - Elewiyên Bektaşî, ji bo meclîsa baweriyê ava bikin civîna 5'emîn li Semsûrê pêk anîn. Pîrên elewiyan di civînê de diyar kir ku îkrara wan yekîtî ye.

Pîrên elewiyan di pêşengiya Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) de 5'emîn civina Meclîsa Baweriyê li Semsûnê pêk anin. Civîna meclîsê li Cemxaneya Vakfa Çanda Anadolu ya Haci Bektaş a li taxa Yunus Emre pêk anîn. Di civînê de pîrên elewî û sazumankarê meclîse amade bûn. Li gel pîrê elewiyağn Nuretin Aksoy, Huseyin Guzelgul û gelek pîrên ku ji Semsûr, Meletî, Amed, Mereş û Rihayê hatin amade bûn. Pîrê elewiyan Nurettin Aksoy, anî ziman ku ji bo ew ji niha û şûnde ji pêşiya xwe ronî bikin îkrar daye ucax, pîr û talipên xwe. Ji bo em îkrara xwe bimeşînin em ketin rê. Îkrara me yekîtî ye. Me dist daye hev û dil daye vê rêyê."

Aksoy, bal kişand ser pirsgirêkên Êzîdî, Suryanî û Ermeniyan û wiha got: "Îro jî dîsa li herêmê gelek êş hene. Kurd îro jî êşê dikişînin. Mirovahî dimire. Armanca me jiyandin e. Ger ku li ser vê axê mirovahî bimire dê elewîtî jî bimire. Ger ku elewîtî bimire dê mirovahî bimire. "

Pîrê elewiyan Huseyin Guzelgul jî anî ziman ku piştî elewiyan ji gund koçî bajar kirin polîtîkayên bişaftinê dest pê kir û niha em bi vê polîtîkaya bişaftinê rû bi rû ne. Guzelgul, Em di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Ji bo zarokên me bikin sunî wan perwerde dikin. Divê em li dijî vê hişmendiya bişaftinê bibin yek. Divê em îkrara yekîtiyê bidomînin.