MANÎSA- Li Manîsayê, hevserok û 6 rêveberên HDP'ê yên ji aliyê dadgehê ve bi şertê venêrîna edlî serbest hatin berdan, li ser îtiraza dozgeriyê dubare derketin pêşberî dadwer û hatin girtin.
Li Manîsayê, Hevserokê HDP'a Salihliyê Abdulkadir Murg, Hevserokê HDP'a Akhîsarê Siddik Bulbul, Hevserokê HDP'a Golmarmarayê Tarik Şahin, Hevserokê HDP'a Sarigolê Abdulhamit Kozcan, Hevserokê HDP'a Alaşehirê Muzaffer Genç û rêveberê HDP'a Yûnûsemreyê Rahmettullah Yapil ên bi îdiaya têkiliya wan bi êrîşa Bekşîktaşa Stenbolê heye hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan, li ser îtiraza dozgeriyê di 9'ê Çileyê de dubare bi ser malên wan de hat girtin û hatin binçavkirin. 6 siyasetmedar piştî binçavkirinê ji aliyê heyeta dadgehê ve bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê.