Ozatalay: Li Astanayê şertên ku Tirkiye gotineke bike nîne

STENBOL - Hindekarê Zanîngeha Ozyegînê Doç. Dr. Cem Ozatalay têkîldarî hevdîtinên Astanayê ku di 23'yê çileyê de dest pê dike diyar kir ku hevdîtinekî kurd nînin şanse wî yê serkeftinê nîne û wiha axivî: " Di vî mijarê de ez şertê ku Tirkiye gotinekî bike nabînim. Serkeftinekî Tirkiyeyê ya leşkerî tuneye."

Hindekarê Zanîngeha Ozyegînê Doç. Dr. Cem Ozatalay têkîldarî siyaseta derve ya Tirkiyeyê û hevdîtinên Astanayê ku dê 23'yê çileyê de di navbera komên selefî û rejîma Sûriyeyê ve dest pê bike, hewldana Tirtiyeyê ya bikev nava geşedanên li Sûriyeyê, pêşketina kurdan a li Sûriyeyê, bandora hilbijartinên Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn nêrînên xwe bi dîhaberê re parve kir.

Ozatay destnîşan kir ku gotina AK Partiyê ya "di polîtîkaya derve de pirsgirêka sifir" rast nîne û AK Partiya ku di 2002'yan de bû îxtidar polîtîkayeke derve ya li ser esasê Yekîtiya Ewropayê (YE) esas girt. Ozatalay da zanîn ku di 2002-2007'an de AK Partiyê polîtîkayekî derve ya YE esas gir şopand û piştî ku 2007'an de li Fransayê Nicolas Sarkozy hat li ser rêveberiyê, li Almanyayê Angela Merkel têkîliyên xwe bi Tirkiyeyêre sar kir, di navbera Tirkiye û YE'yê de pirsgirêk hatin jiyîn.

Ozatalay bal kişand li ser pirtûka Wezîrê Karên Derve yê demê û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu ya "Stratejîk Derînlîk" û anî ziman ku feraseta vê derê feraseta osmaniyên nû ye û wiha axivî: "Piştî Bihara Ereb Tirkiyeyê li herêmê polîtîkaya 'qad firehkirinê' da meşandin."

'POLÎTÎKAYA TIRKIYEYÊ YA SUNNISTANÊ JI BER 3 SEDEMAN XIRA BÛ'

Ozatalay destnîşan kir ku Davutoglu piştî 2013'an qîmeta xwe winda kiriye û wiha berdewam kir: "Têkîliyên Tirkiyeyê bi Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) re, ji bo li wî herêmê Sunnistan bê avakirin bi taybetî jî li herêma Sûriyeyê Sunnistan bê ava kirin ketina nav ahewldanan di serî de bi AAS'ê re dest pê kir. Em dizanin ku di serî de Amerîkayê jî piştgirî da vê yekê. Ev polîtîkaya ku pêş diket ji ber 3 sedeman xira bû. Îran kete nav vî karî, li herêmê rêxistinbûna gelê kurd û eniya xwe ya berxwedanê ava kirin û herî dawî jî mudaxalekirina Sûriyeyê ve bûyer guherîn. Mudaxalekirina Rûsyayê û Davutoglu ji peywir girtin heman dîrokê ye. Têkîliyên AKP'ê bi DAIŞ'ê re dema ku bû pirsgirêk wê demê derket holê. Bi AAS'ê re têkîlî jî êdî nemeşiyan. Di vî navberê de daxuyaniya 'Kobanê dê bikeve' û berxwedana gelê kurd a li Kobanê ve kar berovajî bûn ji bo Tirkiyeyê. Derket holê ku bi polîtîkayên Davutoglu ve kar nameşin."

Ozatalay got ku bi serneketina polîtîkayên Davutoglu ve di heman demê kesên di dozên Ergenekonê de girtîbûn hatin berdan ev heman demê pêk hat û wiha got: "Xetekî Avrasyaperest ku vî xetê di 2007-2008'an de hewl da xwe bixe nava siyesatê û pêşiya vê yekê jî bi operasyona ku ji aliyê Fetullah Guleniyan ve hatibû birîn. Çîroka ku diqewime careke din derketina holê ya Avrasyapertan û tasfiyekirina xeta Davutoglu, terikandina vî pêvajoyê ye. Di vî pêvajoyê de veguherandina herî krîtîk jî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê ye. Di esasê xwe de ez nabêjim darbe bi ser neketiye ji ber ku tê nîşandan ku darbe li dijî xeta Gulen ji aliyê klîka ku li hemberî vê yekê ye hatiye kirin, wisa dixuye. Lê di esasê xwe ye yên ku darbe kirin kesên ku nêzî Rûsyayê, kesên nêzî xeta Avrasyayê ye efserên tirk ên ku jêderk ji wir dîtin pêk anîn. Jixwe hê mehek li ser darbeyî derbas nebû li Cerablûsê operasyona bi navê Mertalê Firatê hate destpêkirin. Kesên ku xwestin Guleniyan tasfiye bikin, nexwestin Tayyîp Erdogan bi darbeyê ve bixin. Ev şax bi daxwaza rêberekî xurt dixwest bikevin şer. Di vî xalê de bi Recep Tayyîp Erdogan re pevymanek pêk anîn û tifaqekî nû hate avakirin. Avrasyaperestan ji xwe re digotin 'Kizil Elma', bi têkîliya ku Tayyîp Erdogan re pêk anîn ve hinekî ev bû 'Yeşîl Elma'. Ev tiştekî nû nîne. Ji dema Kobanê heta niha nêzîkbûnek hebû. Piştî 15'ê tîrmehê jî navê vî hate danîn."

'RÛSYA TIRKIYEYÊ LI HEMBERÎ NATOYÊ WEKÎ QOZ BI KAR TÎNE'

Ozatalay da zanîn ku ji bo ku bandora Amerîkayê kêm bikin Rûsya û Îran di hin xalan de bi Tirkiyeyê re li hev dikin, Rûsya bi Tirkiyeyê re têkîliyên demî pêş dixe, Rûsya têkîliyên bi Tirkiyeyê re bixaze ku li hemberî NATO'yê wekî qoz bi kar bîne. Ozatalay got ku israra Tirkiyeyê ya ji bo Babê di maseya ku têkîldarî Sûriyeyê bê danîn de cihe girtin e, bi operasyona Babê re Tirkiye jî dixwaze bibêje "Ez jî heme" û bi vî rengî ji Amerîkayê piştgiriyê bigire lê ev piştgiriya ji Amerîkayê jî nehatiye.

‘DI POLÎTÎKAYÊN DYA YÊN DERVE DE GUHERTİN ÇÊNABIN'

Ozatalay, destnîşan kir ku tenê hevîya Tirkiye ew bû ku Donald Trump bê ser DYA'yê û wiha got: "Pergala DYA ne wekî ya Tirkiye ye. Pergalek bi rêk û pêk û hatiye rûniştin heye. Dibe ku ev şer hemû Tirkiye têxe nava xwe. Dibe ku li herêmê bibe şerê hêzan. Trump, kesekî ku li gorî şertan gotina xwe diguherîne. Di polîtîkayên DYA yên derve de tu gehertin çênabe. Ez bawer dikim ku îtîfaka DYA ya bi kurdan re dê berdewam bike." Ozatalay, sedema ku Rûsya çalakiyên xwe li Suriye zêde kir jî ji ber serdema Obama yê DYA yê bû.

‘GER TIRKIYE BI HDP Û PYD'Ê RE TEV BIGERIYA DÊ BI SER BIKETA'

Ozatalay, bal kişand ser operasyona dersînor a li dijî PKK'e jî û wiha got: "Şensa Tirkiye ya di operasyonên dersînor de bi ser bikeve tune ye. Tirkiye dawiya dawî dê li ser wê masê rûnê. Êdî Tirkiye trên revand û li erdê maye. Ger ku bi HDP û PYD'ê re tev geriya bûya dê bi ser ketibûya.

‘GER KU BI ALIYÊ ŞER RE LI MASÊ RÛNENÊN DÊ BI KÊRE AGIRBESTÊ ÎLAN BIKIN'

Ozatalay, bal kişand ser civîna Astana ya di 23'ê Çile de pêk bê jî û wiha lê zêde kir: "Di hevdîtin û civînek ku kurd têde tune bin şensa wê ya serkeftine tune ye. Divê kirdeyên sereke yên şer li ser masê rûnên. Ger ku aliyên şer li ser masê tune bin dê bi kêre agirbest bê îlankirin. Kurd li herêmê hêz û aktorên sereke ne. Dibe ku li benda encama Reqqa û Musulê bin û piştre li masê rûnên. Dawîya dawî dê li masê rûnên.

‘DI MASA BÊ AVAKIRIN DE ROLA TIRKIYE DÊ KÊM BE'

Ozatalay, anî ziman ku têkiliya Tirkiye û Rûsya konjokturel e û wiha got: “Tu hêza neteweyî ya piştgiriyê bide Tirkiye tune ye. Disa gelê herêmê jî piştgiriyê nade Tirkiye. Ez bawer nakim di masa bê avakirin de rola Tirkiye hebe.

‘ÊRIŞA MINBICÊ

Ozatalay, heri dawî bibîrxist ku dibe Tirkiye êrîşa li dijî Minbicê biceribîne û wiha got: "Şereki wisa pêkan e. Di operasyonê de hemû hevsengî dê tev li hev bibin. Li wir dê rastî hêza kurd û erebanbê. Dibe ku Tirkiye rastî DYA'yê jî bê."

Yasîn Kobulan/Sadiye Eser - dîhaber