WAN- Prof. Dr. Metin Gunday anî ziman di referandûmê de derketina biryara "Na"yê dê bi kêrî welat bê û pergala serokatiyê wiha bilêv kir: "Qanûna Bingehîn a 1982'yan qanûneke bingehîn a faşîst bû, lê ev ji wê jî xerabtir e. Ev guherîn ji serdema Osmanliyê ji Mahmûdê 2'yemîn bi paşvetir ve tê. Navê vê Qanûna Bingehîn, qanûna padîşah e."
Prof. Dr. Metin Gunday û Alîgirê Doç. Dr. Kerem Altinparmak ê di warê Huqûqa Cezayê Navnetewî, Huqûqa Qanûna Bingehîn û Îdarî ve tê nasîn, bal kişandin ser guherandinên Qanûna Bingehîn û referandûmê. Gunday û altinparmak diyar kirin ku ji referandûmê derketina biryara "Na"yê dê bi kêrî welat bê.
‘NAVÊ VÊ QANÛNA BINGEHÎN A PADÎŞAH E'
Gunbay, dest nîşan kir ku vê Qanûna Bingehîn a li Meclîsê hat qebûlkirin mebest ew e ku, rejîma "yekzilamî" bînin û got, di referandûmê de derketina "Na"yê dê ji bo welat xêrtir be. Gunday wiha axivî: "Heke guherandina Qanûna Bingehîn di referandûmê de jî derbas bibe, wê demê dê Tirkiye têkeve bin banê rejîmeke zaf cuda û wê demê em ê hemû bi rejîma "yekzilamî" bên birêvebirin. Bi OHAL'ê re kes nikare guhertina Qanûna Bingehîn a hat Meclîsê nîqaş bike û biaxive jî, li meclîsê jî dema parlementerên muxalefetê nîqaş dikin rastî êrîşan tên. Qanûna Bingehîn a 1982'yan qanûneke bingehîn a faşîst bû, lê ev ji wê jî xerabtir e. Ev guherîn ji serdema Osamnliyê ji Mahmûdê 2'yemîn bi paşvetir ve tê. Navê vê Qanûna Bingehîn, qanûna padîşah e."
‘TÊ NA BÊ ASTENGKIRIN'
Gunday, bibîrxist ku heke guherandina Qanûna Bingehîn bê qebûlkirin dê welat êdî her tim bi OHAL'ê bê birêvebirin û wiha domand: "Di 15 salên xwe yê îktîdarê de di her mijarê de her kes pê xapiya, ma mirov dikare hemû rayeyê bide Serokomarekî wisa? Heke Qanûna Bingehîn di referandûmê de derbas bibe, dê hewcetî bi îlankirina OHAL'ê nemîne, çimkî ji xwe dê rejîmeke bi vî awayî bê avakirin. Dê bi vê qanûnê re hemû rayeya darazê têkeve sedê Serokomar. Tirkiye ne bi guherandina pergalê, bi temamî rastî guherîna rejîmekê tê. Dê tu kes di vê pêvajoyê de ji bo 'Na'ya xwe nikaribe bi awayekî azad muxalefetê bike û dê waliyek derkeve hemû xwepêşandan, civînan qedexe bike."
‘OHAL ÊDÎ JI BER PÊDIVIYA SIYASÎ TÊ DIRÊJKIRIN'
Altinparmak jî dest nîşan kir ku, tu rewşeke ku OHAL bê dirêjkirin nemate û got, OHAL ji ber pêdiviya siyasî tê dirêjkirin. Altinparmak OHAL'a heyî û ya salên 90'î berawirdî hevdu kir û wiha got: "Cudahiya di navbera OHAL'ê din û ya niha de ew e ku, di vê pêvajoyê de guhertinên qanûnan tên kirin. Yanî piştî OHAL rabe jî dê derbasdariyeke vana hebin. Ji ber vê tu kes nizane dê di pêşerojê de çi bibe. Biryarên dê têkidlarî vê bên girtin jî êdî mehkûmî kêfiyetê ne, a rast diviya di vê pêvajoyê de ev pîvan wiha nehatanan nivîsandin. Kesên ji peywirên xwe yên cemaweriyê hatine îxrackirin, di huqûqa navxweyî de bi rastî jî nizanim dê serî li kîjan riyê bidin. Ji ber vê, ya dê dewlet bi xwe biryarê bi de û sererrastkirinekê bike an jî dê DMME biryarê bide."
Altinparmak wiha domand: "Dê vegotina, bi lêvkirina nêrînên cuda rastî zor zehmetiyan bê. Lê em jî nizanin dê mueyîdeyên Huqûqa Cezayê an ên îdarî bi kar bîne. Lê ji ber tirsa îxarackirinê dê kesek çawa piştevaniya kampanyaya 'Na'yê bike an jî bi rê ve bibe?" Altinparmak balê kişand ser binçavkirin û girtinên ji ber civaka medyayî û wiha axivî: "Li nêvengeke ku hemû organên çapemeniyê yên muxalif hatine girtin, helbet dê mirov li ser medyaya civakî xwe îfade bikin. Êdî civaka mdeyayî bûye tekane nêvenga ku muxalif dengê xwe radigihîn û ji ber nikarin vê bigirin dixwazin wan têxin bin zeptûreptekê."