Gelo dê tirkmenên çekdar li Kampa Tekelê bên bicihkirin?

HATAY - Piştî Kampa Tekelê ya li Yayladagiyê hat valakirin û erebên lê veguhastin cihekî din, tê îdiakirin ku dê komên çekdar ên tirkmen ku li bejahiya Lazkiyeyê şer dikin lê bên bicihkirin.

Li navçeya Yaladagî ya Hatayê, Kampa Tekelê ya Yayldagiyê hat valakirin û biryara ku dê penaberên li vê kampê li Kampa Tekelê ya Bohşînê ya li navçeya Altinozuyê ye bên bicihkirin hat dayîn. Li kampa ku roja ewil 150 penaber lê hatin veguhastin, piştî esnafên Yayladagiyê îtiraz kirin arbedeyek xwe da der û piştî vê arbedeyê ji bo veguhastinê navber hat dayîn. Têkildarî mebesta veguhastina penaberan heta niha tu meqamên fermî daxuyanî nedane. Lê belê, li gor agahiyên bi dest ketine, dê ji kampa li Yayladagiyê tenê penaberên ereb neyên veguhastin, dê penaberên li nav Yayladagiyê dijîn jî veguhezînin Kampa Bohşînê. Bajarê ku ji sedî 95'ê gelheya wê ji tirkmenan pêk tê, bi deriyên sînor re tekane çavkaniya debarê ya navçeyê penaberên li kampa ne û li ser biryara veguhastinê niştecihên Yayladagiyê bertekan nîşan didin.

DÊ EREBAN DERXÎNIN TIRKMENAN BI CIH BIKIN!

Niştecihên Yayladagiyê tînin ziman ku, veguhastina penaberan dê di serî de di warê aborî de wan bitengijîne û wek hincet nîşan didin ku, xebatkarên li gel wan dixebitin penaberên ereb in. Dîsa niştecihên navçeyê diyar dikin ku, tekane çavkaniya esnafan penaberên li nav navçeyê û li kampan dijîn bi xwe ne û gumana wan ew e ku, bi destpêkirina şerê Sûriyeyê û bihatina penaberan li bajêr kirêya malan zêde bûye, heke penaber bên derxistin dê kirê bikevin. Niştecihên navçeyê tînin ziman ku, gelek apartmanên bi hatina penaberan re hatin lêkirin, heke penaber bên guhastin dê hemû apartman vala bimînin û dixwazin penaberên ereb li bajêr bimînin.

DÊ TIRKMENÊN ÇEKDAR LI KAMPÊ BÊN BICIHKIRIN!

Li gel vê hincetê, şik û gumaneke din a niştecihên navçeya Yayladagiyê jî ew e ku, dê li vê kampê Tirkmenên çekdar ên li Lazkiyeyê şer dikin bên bicihkirin. Niştecihên Yayladaxiyê dest nîşan dikin ku, tirkmenên berê li kampê hatibûn bicihkirin ji xwe malbatên komên ku çekdar ê di nav OSO'yê de şer dikin bi xwe ne. Niştecihên navçeyê radigihînin ku, heke komên çekdar li kampên bên bicihkirin ev ji bo wan tê wateya feleketê. Niştecihên Yayladagiyê diyar dikin ku, berê li Kampa Apaydinê komên çekdar ên ji nav OSO'yê reviya bûn hatibûn bicihkirin û heke li Kampa Tekelê tirkmenên çekdar bên bicihkirin dê aqûbeta vê kampê jî bibe wek a Kampa Apaydinê.