STENBOL - Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik ê do çarçoveya lêpirsîna nûçeyên têkildarî e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ên ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin hat girtin, hempîşeyê wî Edîtorê Rojnameya Karincayê Çagdaş Kaplan diyar kir ku, Omer bi rojnamegeriya xwe ya nişmî tê nasîn û wiha got: "Lêgerîna Omer a nûçeyan naqede."
Midûrê Nûçeyan ê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Omer Çelik di çarçoveya lêpirsîna nûçeyên têkildarî e-maîlên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ê ji aliyê Redhackê ve hatin weşandin bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Sîlîvriyê. Çelik berê jî di sala 2011'an de di operasyonên li dijî çapemeniya kurd ên di bin navê "KCK"ê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û piştî 2 salên girtîmayî serbest hatibû berdan. Wê demê jî, hinceta girtina fealiyetên wî yên rojnamegeriyê hatibûn nîşandan.
'OMER BI ROJNAMGERIYA XWE YA NIŞMÎ TÊ ZANÎN'
Hevalê Çelik ê pê re girtî mabû, Edîtorê Rojnameya Karincayê Çagdaş Kaplan got, dê li girtîgehê jî lêgerîna nûçeyan a Çelik neqede. Kaplan ê di 2008'an de tevî Çelik li buroya Stenbolê ya DÎHA'yê dest bi xebatê kir wiha axivî: "A rast wê demê jî Omer di hedefa êrîşan de bû. Yanî ji Zanîngeha Marmarayê mezûn bûbû, lê tim nûçe dişopandin û tim rastî êrîşên polîs û faşîtan dihat. Wê demê jî serê Omer şikiya, destê wî şikiya lê dema baş bû dubare daket qadê. Em gelekî bi hev re xebitîn. Paşê me bi hev re edîtorî kir. Paşê ew bû gerînendeyê me yê nûçeyan. Wê demê jî Omer bi rojnamgeriya xwe ya nişmî dihat nasîn. Dawiya çi dibe bila bibe, ji bo fêdeya raya giştî nûçe çêdikir. Ji xwe di îfadeya xwe de got: 'Ji ber ez nûçevan im û ji ber nirxekî vana yên nûçeyan hene min ew lînk şopand. Di heman demê de min ev mijar kir nûçe jî. Tenê min mijarên ku raya giştî eleqedar dikin û nirxên wan ên nûçeyan hene kirin nûçe.' Nûçeya çêkir qebûl kir. berê jî wisa bû. Min û Omer bi hev re nûçeya Ayhan Çarkin çêkiribû. Wê demê jî belkî bedêla wê nûçeyê bi awayekî girantir bihatana dayîn, lê Omer ev girt berçavan. Û got em ê biçin û vê nûçeyê çêbikin. Û me kir jî."
'OMER BERPIRISIYARIYA XWE YA ROJNAMEGERIYÊ BI CIH ANÎ'
Kaplan êrîşên 2011'an ên li dijî çapemeniyê bi bîr xist û wiha axivî: "Wê demê jî gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Wê demê jî di dosyeya Omer de çavkaniyên wî yên nûçeyan, hevpeyvînên wî, nûçeyên wî, pêwendiyên wî yên telefonan wek delîlên sûcî hatibûn hesibandin. Lê belê, di dosyeya wî de çi hebû Omer derket pêşberî serokê dadgehê û ew parastin. A rast karê konseptê. Wê demê me ev îfade kirin. Me got, 'Ev darizandineke siyasî ye, em ê parêziya nûçeyên xwe jî nekin, di vê îdianameyê de çi hatibe nivîsandin me ew kirine.' Her wiha me gotibû, 'Rojnamgerî tê darizandin û kesên ji vê rewşê berpirsiyar teqez dê rojekê bên darizandin.' Her wiha heyeta dadgehê ya ku Omer darizand niha li Girtîgeha Siliviryê girtî ye. Îro jî îktîdar berê xwe daye rojnamegeran. Omer jî nûçeyeke taybet çêkir. Bi nûçeya Omer re, gelek nivîsên Berat Albayrak ên têkildarî DAIŞ'ê deşîfre bûn û hatin weşandin. Diviya raya giştî hay ji vana hebûna û Omer jî wê berpirisiyariya xwe ya rojnamegeriyê bi cih anî. di vê serdemê de li ser giliyên Berat Albayrak û îktîdarê tên girtin. Dosyeya lêpirsînê bi temamî vala ye. Tenê pirsek têkildarî Redhackê ye. Pirsên din têkildarî wêneyên Omer ên li Kobaniyê kişandine û parvekirinên wî yên civaka medyayî ne... Polîs nûçeyên ku peyvên kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin wek delîlên sûcî hesibandiye. Ji ber nûçeya ajansa fermî ya Rûsyayê Sputnik yanî nûçeya Kurdistanê parve kiriye, ew wek delîlê sûcî hatiye hesibandin."
'LÊGERÎNA NÛÇEYAN A OMER NAQEDE'
Kaplan anî ziman ku, dê wek sala 2011'an ev girtin jî bêencam bimîne û wiha domand: Belê, em ê bedêla wê bidin. Li vî welatî heke rojnamegerî bedêl bivê, em ê bedêlê bidin. Niha Omer wê bedêlê dide. Lê belê, ev rewş nayê wateya ku dê bi paş ve gav biavêje. Di sala 2011'an de derket û bû Gerînendeyê Nûçeyan ê DÎHA'yê, îro ket girtîgehê. 3-4 meh şûnde dema derket dê li cihê mayî bidomîne. Ji xwe kar û pîşeya Omer ev e. Ew fêrî bedêldayînê bûye. Ew di rojnamgeriyê de israr dike." Kaplan ê tevî Omer di heman hucreyê de mabû got, dê li girtîgehê jî lêgerîna nûçeyan a Omer neqede. Kaplan wiha behsa pêvajoya girtîgehê kir: "Dema em ketin girtîgehê, hefteya ewil lêgerîna yekemîn a Omer 'em li girtîgehê dikarin çi nûçeyî çê bikin' bû. Me li girtîgehê lîsteya girtiyên nexweş amade kir. Me bi wan re rû bi rû hevdîtin pêk anîn. Wê demê, di dema operasyonên KCK'Ê de min û Omer rêzenivîseke ku 6 hefteyan domand amade kir. Li girtîgehê xwe gihandina nûçeyan zehmet bû. Dema ewil em çûn, me zanibû dê destûra nûçeçikirinê nedin. Me jî bi riyên cuda xwe gihand nûçeyan. Em û Omer ewilî li girtîgehê hînî gogên tên bikaranîn bûn. Me bi wan re di ser sîwanan re nîşe diavêtin û me dosyeya nûçeyan amde kir. Dê niha jî wis abe. Dibe şert û emrcên OHAL'ê ji bo vê ne musaîd bin, lê lêgerîna Omer a nûçeyan naqede."
'DIVÊ ROJNAMEGER TÊKOŞÎNA XWE YA RÊXISTINBÛYÎNÎ BIDOMÎNIN'
Kaplan balê kişand ser çewisandin û pêkûtiyên li ser rojnamegeriyê û wiha domand: "Heke li Tirkiyeyê camiaya çapemeniyê hay ji vê ya çênebe, dê bêtir çoyê îktîdarê bixwe. Lê em hêzek in, rojnameger in, pênûsên me hene. Heke her kes hay ji vê hebe, em ê bi ser kevin. Îro behsa lîsteyeke lêpirsînê ya 40 hezar î tê kirin ku di nav de rojnamger jî hene. Bila me hemûyan têxin girtîgehê. Hêzeke wisa heye? Na. Li hemberî vê divê em rojnamger têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bidomînin."