Karkerê qeza derbas kir 9 meh in hîn jî nehatiye ser hişê xwe

ÎZMÎR – Karker Hasan Ulker ê li navçeya Alîaga ya Îzmirê qeza derbas kir 9 mehin hêj nehatiye ser hişê xwe. Li gel gilîyê malbatê hîn jî doz nehatiye vekirin.

Li navçeya Alîaga ya Îzmirê karkerê înşaetê Hasan Ulker, di fîrmaya hemalan a Sogsan Înşaat de karê şîrketa PETKİM A.Ş.'ê dikir, 9 meh berê qeza derbas kir. Hasan Ulker ê 19 salî ku di 30'ê Nîsana 2016'an de qeza derbas kir hêj bi ser hişê xwe ne dehatiye û di koma de ye. Ulker niha çavê wî girtî û hişê wî ne li serê wî ye. Berî ku qeza pêk bê kurê xwediyê Firmana Dogsan İnşaatê Zulfu Dogan Batuhan Dogan, bi israr xwest zêde bixebite û karê mayî bi zorê bi Hasan Ulker da kirin. Li gel ku saetên mesaiyê qediya jî boriyên hesin bi Ulker da barkirin. Di karê înşatê de boruya hesin a 9 cm şikest û li serê Ulker ket. Hasan Ulker piştî qezayê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Alîaga û ji wir sewqî Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Egeyê kirin. Ulker 83 rojan li nexweşxaneyê tedawî bû û 3 mehên dawî jî li malê di ber xwe dide.
Malbatê piştî qezayê gilî kirin û xwest lêpirsîn bê destpêkirin. Lêpirsîn di 1'ê 2016'an de bi dawî bû. Piştî lêpirsîn bi dawî bû, rapor pêşkêşî dozgeriyê kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku kurê xwediyê Dogsan Înşaatê Zulfu Dogan Batuhan Dogan bi qusûr e. Dîsa ji ber ku li gorî qûralê kar tev negeriya ye Batuhan Dogan dubare sucdar hat dîtin.

Lê dozger bi hinceta divê rapor biçe komîsyona lihevkirinê hêj doz venekiriye. Ji ber ku hêj komîsyona lihevkirinê nehatiye avakirin hêj dosger der barê firmaya înşatê de doz venekiriye û malbat li benda edaletê ne.

Zanîngeha Egeyê piştî 83 rojan tedawî kir ew arasteyî nexweşxaneyek Alman kirin. Lê ji ji ber ku mesrefa nexweşxaneyê mehane 30 hezar Euro hat xwestin bavê Hasan ULker Kemal Ulker ê karker nekarîbû heqê nexweşxaneyê bide kurê xwe nebir Almanya û li nexweşxaneyê nerazand.

SÎGORTA KAR TUNE

Her çend Hasan Ulker hefteyê 6 rojan û ro jê 11 saetan xebiti jî heqê herî kêm girt û bêyî perwerdehiya ewlehiye bibîne di şîrketê de hat xebitandin. Dîsa bêyî ewlehiya kar û tenduristiyê di kar de hat xebitandin. Şahidê bûyerê Erman Serçe, diyar kir ku ew û Hesen bêyî perwerdehiya kar bibînin di înşatê de xebitîn.

EZÊ HETA DAWÎ DOZÊ BIŞOPÎNIM'

Bav Kemal Ulker jî anî ziman ku Zulfu Dogan ji dozê direve û dixwaze xwe xelas bike û wiha got: "Lê çi dibe bila bibe ez heta mafê xwi bi dest nexim ez dê li pêy dozê bim." Xwişka Hasan Ulker Seçil Ulker jî anî ziman ku ew ne li pey tazmînatê ne ew li pey edaletê ne û wiha got: "Em dixwazin Batuhan Dogan bê cezakirin. Em dê heta dawî li pey dozê û mafê xwe bin."

Parêzerê Hasan Ulker Îmdat Ataş, anî ziman ku ev cînayeta kar e û di zagonan de ev wekî cînayeta kar derbas dibe û ew dê heta dawî bişopînin.

Ruken Demir/Sakıp Yaşar dihaber