AMED - Piştî UNESCO'yê ji têkildarî navçeya Sûrê ji Wezareta Çand û Turîzmê rapor xwest, wezaret jî ji Lijneya Prastina Heyînên Çandî ya Amedê xwest texrîbkirina li navçeyê bê raporkirin. Bi vê daxwaza raporê diyar bû ku Wezareta Çand û Turîzmê nerihet bûye.
Li navçeya Sûrê ya ji aliyê UNESCO'yê ve di bin parastinê de ye, zêdeyî salekê ye "qedexeya derketina derve" didome. Li navçeya ku 103 rojan di bin "dorpêçkirinê" de pevçûn lê domandin, ji aliyê Lijneya Wezarîna ve "Biryara Îstîmlaqkirina Lezgîn" hat dayîn û li ser vê hîn jî li 6 taxên navçeyê rûxandin didome. Piştî li dijî taxrîbkirina raçînga mîmarî ya navçeyê bertek zêd ebûn, UNESCO'yê jî ji bo taxên lê rûxandin didomin û her wiha herêma tampon a navçeyê ye ji Wezareta Çand û Turîzmê agahî xwestin.
Li ser vê Wezareta Çand û Turîzmê, talîmat da Gerînendetiya Herêma Parastina Heyînên Çandî ya Amedê û jê xwest ku têkildarî rewşa avahiyên di bin parastinê de ne raporekê amade bike. Li gor agahiyên bi dest ketin, di encama lêkolîn û vekolînên hatine kirin de rapor hatiye amadekirin û şandine Enqereyê. Di rapora hatiye amadekirin de, 220 avahiyên etscîlkirî yên di bin parastinê de ne û ji ber êrîşên topên TSK'yê hatine texrîbkirin di raporê de cih girtine.
Piştî rapora hat amadekirin, Wezareta Çand û Turîzmê rayedarên Lijneya Parastinê kişandin Enqereyê. Wezîrê Çand û Turîzmê Nabi Avci yê demekê Serokatiya Komîsyona Milî ya Tirkiyeyê ya UNESCO'yê jî kir, ji rapora hatiye amadekirin nerihet bûye û vê nerihetiya xwe ragihandiye rayedaran. Piştî civîna bi wezîr re, endamên lijneya parastinê li şûna rapora nehat qebûlkirin, rapoerke 2'yemîn amadekirin û di vê raporê de deverên ku ji ber êrîşên topan texrîb bûne reşkirine û dubare rapor ragihandine wezaretê.