AMED - Li navçeya dîrokî Sûrê, maleke kevn a Amedê veguherandine otoparkê.
Li navçeya dîrokî ya Sûrê, maleke dîrokî veguherandine otoparkê. Ev malên kev ên tescîlkirî ku li gel qatê zemînê xwedî hewş in, li Kolana Melik Ahmetê ya Taxa Ziya Gokalpê yek jê, dîwarê wê yê li rojhilat dinere hatiye rûxandin û veguherandine otoparkê. Li ser dîwarên malê yên nexşkirî, bi suryaniyî nivîs hene. Mala ku terkî çarenûsa xwe hatiye kirin, hewşa wê wek otoparkê tê bikaranîn. Mal tevî avahiyên Sûrê ji aliyê UNESCO ve wekî mîrateya cîhanê hatibû qebûlkirin û biryara parastinê hatibû stendin.
Wêne: Lezgîn Akdenîz - dihaber