Rojnameger Mater: Rastî nayên tunekirin

MÊRSÎN – Mater dest nîşan kir ku, bi OHAL’ê re li ser çapemeniyê êrîşên cidî hene û got, çi dibe bila bibe rastî ji holê winda nabin.

Li Tirkiyeyê bi detspêkirina OHAL’ê re, êrîş û pêkûtiyên li dijî çapemeniyê Rojnameger Nadîre Mater û Peywirdara Lêkolînê yê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasarayê Îdîl Engîndenîz Şahan nirxandin. Mater dest nîşan kir ku, li Tirkiyeyê çapemenî her tim bi prisgirêk e û wiha got: “Piştî 12’ê Îlonê û pişt re destpêkirina şerê kurda, ji aliyê îktîdarê ve li dijî çapemeniyê êrîş zêde bûne û ev ji bo wan bû behane.” Mater diyar kir ku, li Tirkiyeyê bi OHAL’ê re zêdeyî 2 hezar û 500 rojnameger bêkar mane, televîzyon, kovar, rojname û malperên nûçeyan jî di nav de zêdeyî 70’ê weşan hatine girtin û got, ji bilî van daneyên hejmarî divê sansur jî bê axaftin û ji xwe ya herî muhîm jî ev e.

'DIVÊ EM HÊVIYÊN XWE BIPARÊZIN Û NÛÇEYAN ÇÊBIKIN’

Mater dest nîşan kir ku, divê li dijî hemû tiştên pêk tên mirov bi hêvî be û diyar kir ku, di salên 1990’î de bi dehan rojnameger hatine qetilkirin, zêdeyî 100 rojnameger hatine girtin û got, li gel vana hemûyan jî nûçevanî domandiye. Mater dest nîşan kir ku, çi dibe bila bibe rastî ji holê nayên rakirin û wiha axivî: “Ev nêvengeke neçeriyê ye. Lê yên li aliyê mafê nûçewergirtin û azadiya çêkirina nûçeya ne divê bêyî telaş hêviyên xwe biparêzin û divê nûçeçêkirinê bidomînin.”

'LI TIRKIYEYÊ ÇAPEMENÎ ÇAPEMENIYA ERDOGANÎ YE’

Mater anî ziman ku, hikûmet dixwaze çapemeniyeke tektîpî biafirîne û dest nîaşn kir ku, di esasê xwe de hemû îktîdar çapemeniya wan rexne dike û li dijî wan e naxwazin. Mater diyar kir ku, li Tirkiyeyê îktîdara heyî jî vê bi awayekî eşkere dike û wiha rexne kir: “Lê belê, çiqas hewl bidin jî bila bidin wê ev cîhan bi weşana bîrdoziya wan î fermî negere û ji xwe nagere jî.” Mater a ku got, “Çapemeniya li Tirkiyeyê ji çapemeniya AKP’ê wirdetir êdî bûye çapemeniya Erdoganî” û wiha axivî: “Çimkî Erdoganî beriya çend rojan li Pakîstanê bû. Nivîsên rojnamgerên li wir jî rexne kir, got rojnamgerên li wir her tiştî nizanin. Ez wisa difikirim ku, esas Erdogan di pozîsyona gerînendeyê weşana hemû gerînendeyên weşana ye. Di warê nûçevaniyê de pêşketineke î ya cidî heye û berhêlî dike. Bi eşkeretî, fşefafî dike.”

'WÊ DENGÊ MUXALIFAN BIDOME’

Peywirdara Lêkolînê yê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasarayê Îdîl Engîndenîz Şahan jî diyar kir ku, li Tirkiyeyê berê jî pêvajoyên OHAL’ê hatin jiyîn, lê belê ev cara ewil e ku pêvajoya OHAL’ekê hemû Tirkiyeyê dihebîne. Şahan got handîkapa vê pêvajoyê wiha ye: “Em li ne li bendê bûn. A rast beriya vê pêvajoyê, têiştên pêk dihatin bendewariyên ku dê Tirkiye ber bi nêvengeke demokratîktir biçe li me peyda dikir. Piştî sinyayêlêm ma ewqas, heta vê derê; em bi rewşeke wisa re rû bi rû man û bêtir texrîbkar bû.” Şahan dest nîşan kir ku, Tirkiye di pêvajoyeke xerab re derbas dibe û diyar kir ku, êrîşên li dijî çapemeniyê di demên hemû îktîdaran de hene û wiha got: “Tişta tu jê re dibêjî îktîdar, dixwaze çapemeniyê manîpule bike. Helbet çapemeniya êuxalîf vegotina tiştên didind idomîne û wê bidomîne jî, lê her diçe bêtir dixwazinw ê bitepisînin.”

'JI BO EM XWE BIGIHÎNIN RASTIYÊ DIVÊ EM HEWL BIDIN’

Şahan anî ziman ku, wê tu carî dengê muxalif neyê tepisandin û diyar kir ku, heta dengê muxalif hebe û dengê xwe ragihîne pêvajoyê. Şahan dest nîşan kir ku, hin kom û mirov naxwazin dengekî din bibihîsin û wiha axivî: “Çimkî nerihet dibin. Bi şidetê li dijî vê dertên. Ji bo bingehên îktîdara xwe saxlem bikin, naxwazin bi vê talûkê re rû bi rû bimînin. Li dijî gotineke din tehamula wan tune ye û qada heyînê jî nahêlin. Hema bêje di çapemeniya hewzê de jî vê i ser xistin. Di çapemeniya hewzê de her diçe bihîstina dengekî din, gotineke din zor, zehmet dibe. Dema çapemeniya hewzê tê gotin, helbet derdoreke zêde ya vî welatî etmaşe dike. Êdî bi rastî jî ji bo mirov xwe bigihînin rastiyê divê em hewl bidin. Wek xwendevan, çapemenî êdî ev peywr dikeve ser milê me, halbûkî di demokrasiyeke normal de divê ev ne wisa bûna.”