WAN - Li Girtîgeha Girtî ya Wanê girtiyên ji doza PKK’ê tên derpkirin û ji aliyê girtiyên ji doza Cemaeta Gulen ve tên rastî heqeretan tên. Gardiyan di bin navê tedbîrê de her roj li odeyên girtiyan lêgerînê dikin.
Girtîgehên Tirkiyeyê yên ku ji aliyê îktîtara AK Partiyê ve ten birêvebirin vegeriyane kampên tacîz û îşkenceyê. Her roj girtiyên siyasî li van girtîgehan tên derbkirin û işkencekirin. Li Girtîgeha Girtî ya Wanê ku demeke dirêj e bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê ji aliyê gardiyanan ve tên derbkirin. Hejmareke zêde girtiyên ji doza Cemaeta Gulen jî li nav girtiyên ji doza PKK’ê hatine bicihkirin û bi dirûşmên faşîst û dujênan heqeretê li girtiyan doza PKK’ê dikin.
Girtiyan bi rêya telefonan, der barê derbkirin û heqeretên ku li wan tên kirin agahî dan malbatên xwe. Girtîyan ragihand ku zêdetirî mehekê ye her roj gardiyan di bin navê lêgerînê de di ser odeyên wan dedigirin, amûrên wan desteser dikin û wan derb dikin. Girtiyan diyar kir ku herî dawî gardiyanan girtiyê bi navê Sedat Karabalık ê ku demeke dirêj e di hucreyekê de tê girtin de bi hinceta ku şalwarê li ser xwe jênekiriye û nedaye wan bi awayekî hovane hatiye derpkirin.
GIRTIYÊN JI DOZA CEMAETA GULEN DI NAVA PKK'î DE HATIN BICIHKIRIN
Girtiyan ragihand ku hejmarek zêde girtiyên ji doza Cemaeta Gulen li nav wan hatine bicihkirin û her roj ji aliyê van girtiyan bi dirûşmên faşîst û dujinan heqeretê li wan dikin. Girtiyan diyar kir ku ji ber wan ev girtî şermezar kirina der barê wan de, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin.