NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Îtlaatê yên Rejîma Îslamî ya Îranê jina wênekêş Neşmîl Sohrabî, bi sedema di salvegera Komara Mahabad de wêneyên Qazî Mihemed belav kiriye û propagandaya siyasî kiriye li bajarê Bokanê binçav kirin.
Li gorî agahiyên malpera Mirovayetî ya Rojhilatê Kurdistanê hêzên îtlaatê yên rejîma îslamî ya Îranê ya bajarê Bokanê bêyî hincet û delilan û beyî li benda darizandinê bimînin bi ser malbata Sohrabî de girtin. Di serdegirtina malê de wênekêş Neşmîl Sohrabî binçavkirin. Neşmîl ku li herêma Rojhilata Kurdistanê rojnamegeriya wênekêşiyê dike di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Endamê malbata Sohrabî agahî da malpera Mirovayetî û diyar kirin ku Hêzên Îtlaata Îranê, bi hinceta li parka Sahîl ya Bokanê di nava ciwanan de propagandaya siyasî kiriye û wêneyên Qazî Mihemed belav Neşmîl binçav kirine. Neşmîl Sohrabî hêj di bin çavan de ye û lêpirsîna wê didome.