HATAY – Ji bo El Bab’a di dest DAIŞ’ê de ye tê dîtin ku, Tirkiye û OSO’ya li gel wê tevdigere, Meclîsa Leşkerî ya Babê û herî dawî rejîma Esad ji bo şerekî amadekariyên xwe dikin. Ji bo vî şerî pirsa girîng jî ev e: Heke li El Babê, OSO’ya ku Tirkiye piştevaniya wê dike û Esad rastî hev bên, wê Tirkiye kî tercih bike? Hemû vebêjirkên li holê diyar in ku wê Tirkiyeyê ber bi bobelatekê ve bibe.
Li Sûriye û Iraqê, di şerê li dijî DAIŞ’ê de li gel hemû hewldanan jî, Tirkiye mudaxilî vî şerî nehatk kirin. Berksê vê, li Mûsilê hêzên peşmergeyî, Artêşa Iraqê û Hêzên Haşdî Şabiyê beşdarî operasyonê bûn. Li gel vê li Reqayê jî, pêşveçûyîna hêzên YPG/YPJ’ê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêşveçûyîna didome û niha bi navê “Xezaba Firatê” amadekariyên merheleya duyemîn yên Operasyona Reqayê tên kirin.
RÎSKÊ KU LI BABÊ DAIŞ VEGUHERE OSO’YÊ
Li gel vê, Tirkiyeya ku li herêmê encamek li gor dilê xwe wernegirt jî, bi “Tevgerîna Mertalê Firatê” niha dertê derveyî wê opsiyona ku ji bo wê hatiye diyarkirin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye û OSO’ya ku li gel wê tevdigere, ji bo kantonên Efrîn û Kobaniyê negihên hev hewl didin û astengiyan derdixin. Bi pêngava Tirkiyeyê re heke El Bab bikeve destê OSO’yê, dibe ku çeteyên DAIŞ’ê veguherin yên OSO’yê û ev rîsk her diçe zêde dibe. Her wiha pêngava Tirkiye û OSO’yê ya li dijî El Babê, ji bo duyemîn pêngava Reqayê jî wek astengekê disekine.
HEKE BAB NEBE, WÊ REQA TÊKEVE TALÛKÊ?
Heke El Bab têkeve destê OSO û Tirkiyeyê, ji aliyê QSD û Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê tê dîtin ku wê pergala demokratîk a tê xwestin li Bakurê Sûriyeyê bê avakirin jî wê bi derengî keve û her wiha wê şerê li Sûriyeyê jî dirêjtir bibe. Hêzên QSD’ê yên ji aliyêkî bala xwe dane Operasyona Reqayê û ji aliyekî ve jî ji bo El Bab ji çeteyên DAIŞ’ê bê rizgarkirin, li aliyê Efrînê berê xwe dane herêma Şehbayê. Li hêzên QSD’ê li dijî êrîşên Tirkiye û OSO’yê lez dane pêngavê û li gel vê berî duyemîn merheleya Operasyona Xezeba Firatê dest pê bike jî, Meclîsa Leşkerî ya Babê ya ku ji aliyê geê El Babê ve hat avakirin, berê xwe daye El Babê. Di roja ewil de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Babê 10 gund hatin rizgarkirin û her wiha dem bid em bi hêzên Tirkiye û OSO’yê re jî şer kir. Li gel Tirkiyeya ku di dema serdana Serfermandarê Artêşa Tirk Hûlûsî Akar a ji bo Sûriyeyê rojekê be jî Qada Hewayî ya Sûriyeyê bi kar anî û dema dubare berê tevgera hewayî da aliyê hêzên QSD’ê, Qada Hewayî ay Sûriyeyê jib o balafirên şerî yên tirk hat girtin. Her wiha Tirkiye ji bo pêşveçûyîna ber bi El Babê, ji aliyekî bi çekên giran hêzên QSD’ê hedef digire û ji aliyekî ve jî, ji bo çeteyên DAIŞ’ê El Babê teslîm bikin, tê famkirin ku hin hevdîtinan pêk tîne.
BERÊ NAMLÛYA HER KESÎ LI BABÊ YE
Helbet El Bab tenê ji bo Tirkiye û OSO’ya li gel wê tevdigere û hêzên QSD’ê ne girîng e. Ji bo DYA, Rûsya û rejîma Esed jî navendeke girîng e. Operasyona Tirkiye û hêzên OSO’yê ya li dijî El Baba ku li bakurê Helebê ye, di heman demê de ji bo rejîma Esad a li gel Rûsyayê li dijî rêxistinên El Nûsra û Ehrar El Şamê li Helebê şerê man û nemanê dike jî girîng e û wê bandorê lê bike. Ji ber vê ye ku rejîma Esad, piştî Tirkiye nêzî El Babê bû tevgeriya û berê xwe da El Babê. Li Binkeya Hewayî ya Kûveyrîsê ya li sînorê El Babê ye û haiwrdora eê, 6 hezar leşker û gelek muhîmat bi cih kirin. Li gor agahiyên ji rejîma Esed jî, diyar e w di demeke nêz de hêzên rejîmê operasyona El Babê bidin destpêkirin.
WÊ TIRKIYE ESAD AN OSO’YÊ TERCÎH BIKE?
Lê belê, pirsa herî girîng jî ew ku wê rejîma Esad û Rûsya çi bikin. Esad û Rûsyaya ku li Heleb û Îdlîbê bi êrîşên hewayî û operasyonên bejahiyî li dijî rêxistinên selefî yên li gel El Nûsra û Ehrar El Şamê şer dikin, heke li El Babê bi heman koman re rû bi rû bimînin wê çi bikin? Di rewşeke wisa de Esed û Rûsya, ya wê ji Tirkiyeyê bixwazin wan komên li gel xwe bigire û vegere opsîyona ku hatiye diyarkirin an jî, çaw ali Helebê tevgeriya wê li dijî van koman tevbigere. Helbet di rewşeke wisa de Tirkiye mecbûr e biryarekê bide. Tirkiye ya wê şerekî ku dê bajarên tirk jî di nav de bi Esad û Rûsyayê bigire ber çavan an jî wê tevî hêzên OSO’yê wê opsiyona ji bo wê hatiye diyarkirin qebûl bike. Di rewşeke wisa de, wê El Bab dawiyê li serpêhatiya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn bîne.