MÊRDÎN - Polîsan şêniyên Nisêbînê yên xwestin alav û amûrên li malên xwe yên li pişt têlan mane ji nava têlan terxin, wekî diz îlan kirin. Polîsan heqaretên wekî "Hûn diçin malên kesên din û diziyê dikin" li wan kirin.
Li navçeya Nisêbînê ku di 14'ê Adara 2016'an de derketina qedexeya kolanan hat îlankirin û di 25'ê Tîrmehê de bi awayekî qismî qedexe rabû, hêj qedexe li ser taxên Zeynelabidin, Kişla, Dicle, Firat, Abdulkadirpaşa û Yenişehir berdewam dike. Hêj dora taxan bi têlan hatiye pêçan. Navçeya Nisêbinê ku 315 rojan qedexeyan berdewam kir li taxên bi têlan hatiye dorpêçkirin xerakirina malan a bi kepçeyan berdewam dike. Malbatên ku xaniyê wan di nava sînorê qedexe de mane, bi armanca alav û amûrên xwe ji nava xanî rizgar bikin diçin alavê xwe ji mal derdixin ji aliyê polîsan ve wekî diz tên sucdarkirin. Malbatên ku bi fikar û tirsa xaniyê wan jî bê xerakirin diçin alavên xwe ji malê derdixin rastî gef û astengiyên polîsan tên. Malbatên ku hemû talûkeyê didin ber çavên xwe û têlan derbas dikin, dîsa rastî astengiya polîsan tên. Malbatên ku rastî astengiya polîsan hatin diyar kirin ku polîs wan wekî diz îlan dike û heqareta wekî "Hûn çima hatin vir? Hûn diçin diziya malên din? û heqaretê li wan dikin.
GEFA BINÇAVKIRINÊ LI WAN DIXWE
Welatiyên ku bi armaca alav û amûrê xwe yê li malê saxlem maye rizgar bikin ketin şopa malên xwe rastî gefên "Ka di destê we de belfe û destûra fermî ya qereqolê heye? Heta ku ev di destê we de tune be em bawer nakin. Welatiyên ku bertekên wekî "Dema mal û milkê me hat talankirin we çima neparast? tînin ziman jî rastî gefên binçavkirinê tên.
DERXISTINA ALAVÊN METAL QEDEXE YE
Welatiyan diyar kirin ku bi zorê nivîn û zexîreyan dikarin ji malên xwe derxin û qedexe ye ku alav û amûrên metal ji malê derxin. Malbatan anîn ziman ku dê alaven wan ên metal jî wekî hesin bikin xurde û bifiroşin.