18 rojî di bin çavan de man, di 2 rojan de îfadeyê wan hat wergirtin

MÊRDÎN -Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû balê kişand ser derhuqûqiya binçavkirin û girtina 20 DBP'iyên ku li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mahsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê hatin girtin û wiha got:"siyasetmedarên ku 18 roj di bin çavan de mane di nav 2 rojan de îfadeya wan hatiye wergirtin, ji binçavkirinê heta girtinê tiştên qewimîne derhuqûqî nawnetewiye."

Li navçeyên Dêrîk, Nisêbîn, Kerboran, Stewrê, Mehsêrtê û Qoserê yên Mêrdînê di 1'ê mijdarê de 31 rêveber û endamên DBP'ê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û piştî 18 rojan derketin pêşberî Dadgeha Cezayê Sûlhê û ji wan 20 kes bi hinceta,"endamên rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê. 31 Sîyatmedarên ku 18 rojî di odeyên ku kapasîteya wan du kes, lê 9 kes mane û rastî êrişa derûnî hatine.

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû yê ku li doza siyasetmedaran nihêrî, der barê derhuqûqiya ku pêk hatiye de axivî û wiha got: "Di bin çavan de nehiştin tu kes malbata xwe bibîne. Di nav 18 rojan de xwarin jî pir hindik dane wan. Ji aliyê tendûristiyê ve rewşa wan nebaş bû." Kûzû diyar kir ku, kesên bêyî delîl 20 kes hatine girtin, hinceta girtina wan ji ber ku rêveber û endamên DBP'ê bûne û wiha got: "Li ser îxbara bi telefonê, 31 kes bin çav kirin û bi hinceta 'endamên rêxistinê ne' wan girtin."

ÎFADEYA WAN DI 2 ROJAN DE HATIYE WERGIRTIN

Kûzû diyar kir ku, siyasetmedarên ku 18 roj di bin çavan de mane di 2 rojan de îfadeya wan hatiye wergirtin û ji dema binçavkirinê heta girtinê tiştên qewimîne bi ehr awayî derhuqûqî ye û wiha berdewam kir: "OHAL’ê wek hincet nîşan didin û yên ku sîyasetê dikin, yên ramanên wan qebûl nakin digirin. Dozger û dadwerên li dijî van derhuqûqiyan rawestin jî, ji peywirê tên girtin û wan wek sûcdar nîşan didin.”

'WÊ BI DEMÊ RE BÊ FAMKIRIN KU TU WATEYA VAN GIRTINAN TUNE YE’

Kûzû doza KCK'ê ya ku di sala 2009'an ji aliyê AKP/FETO’yê ve pêk hat bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wê dem nîşan bide ku tu wateya van girtinan tune ye. Yên wê demê sîyasetmedaran da girtin niha di girtîgehan de ne. Wê disa jî wisa bibe. Lewra di dozên ku niha hatine vekirin de jî tu tişt tune ye."