SEMSÛR - Li gundê Alçali ya Semsûrê piştî balafirên şer herêma bejayî bombe kir, leşkeran bi ser gelek malan de girt. Leşkeran di serdegirtina malan de 6 wehatî binçav kirin.
Walîtiya Semsûrê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di navbera 12-26'ê Çile de gelek herêm wekî “Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kirine. Piştî herêm hatin qedexekirin balafirên şer herêma gundê Akçali ku dikev qada herêma ewlehiya taybet bombe kir. Piştî bombekirinê leşkeran bi ser gundê Alçali de girt û 6 welatî binçavkirin. 6 kesên ku hatin binçavkirin û navê wan nehat zanîn birin Fermandariya Cendirmeyan a Bajar. Balafirên şer ên F-16 û helîkopterên Skorsky di 20'ê Çile de herêm bombebaran kiribûn. Piştre gelek polîs û leşker bi helîkopterê li herêmê operasyon pêk anîbûn.