AMED - Piştî Hakan Arslan li Sûrê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Sûrê ma, salek e agahî ji cenazeyê wî nayê girtin. Malbata Arslan, li gel ku serî saziyên dewletê dan, heta niha tu encam ji cenazeyê kurê xwe negirtine. Malbat li navçeya ku xebatên înşatê lê dest pê kiriye cenazeyê kurê xwe dixwaze.
Li navçeya Sûrê ku piştî qedexeya derketina kolanan di 2'ê Kanûna 2015'an de hat îlankirin, 104 rojan li kolanên Sûrê şer berdewam kir. Di şerê Sûrê de ciwanê bi navê Hakan Aslan di 22'ê Çileya 2016’an de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li Sûrê ma. Malbata Hakan Arslan ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin serî li hemû sazî û dezgehên dewletê da. Lê salek derbas bû hêj malbatê tu agahî û encam ji kurê xwe negirtine. Malbata Arslan ku li navçeya Qerezayî ya Erziromê dijî, li gel ku ji bo tespîta cenazeyê kurê xwe testa xwînê û DNA dane Saziya Tipa Edlî û serî li dozgeriyê dan jî heta niha tu encam bi dest nexistine. Malbatê heta niha 3 caran serî li Dozgeriya Komarê ya Edeneyê dan, lê hêj encamek erênî bi dest nexistine û negihiştine cenazeyê kurê xwe.
Hakan Arslan salek berê jiyana xwe ji dest da, lê hêj cenazeyê wî li holê tune ye. Malbatê bi riya parêzerê xwe Ferhat Kilinç serî li dozgeriyê da, lê hêj encam bi dest nexistiye. Kesên ji Sûrê derketin û hatin girtin, bi riya parêzer diyar kirin ku cenazeyê Arslan li tenişta Mizgefta Hecî Ahmet a Hazirli hatiye definkirin. Malbatê ji bo cenaze ji wê qade bê derxistin serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dan. Piştî malbatê serî li dozgeriyê dan û dozgeriyê çû li herêma ku behsa wê tê kirin lêkolîn kir dîsa cenaze nehat dîtin. Parêzerê Malbatê Prz. Ferhat Kilinç serî li dozgeriyê da. Piştî mehek şûnde lêkolîn hat kirin. Dozgeriyê diyar kir ku di encama lekolînê de rastî tu cenazeyan nehatiye.
Malbatê ji bo cenaze ji Sûrê bê derxistin 3 meh berê serî li Walîtiya Amedê dan. Malbatê ji ber ku encam ji walîtiyê negirtin serî li Wezareta Karên Hundir dan.
MALBAT JI BO CENAZE 14 CARAN HATIN AMEDÊ
Li qada ku tê gotin cenaze lê hatiye definkirin xebatên hilweşandin û înyatetê hatiye destpêkirin. Li gel îtîrazê malbatê ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve bi silogana “Ji bo Sûrê Bismillah, Sur bi hezkirinê bilind dibe" li qada ku cenazeyê Arslan lê heye, îmar guhertin û merasima avêtina bingehê projeyê pêk anîn.
SALEK E LI PEY ŞOPA CENAZEYÊ KURÊ XWE YE
Bavê Hakan Arslan Alî Rıza Arslan, diyar kir ku li gel hemû serlêdan û hewldanên wî qada ku tê gotin cenaze lê heye xebatên înşatê hatiye destpêkirin û û wiha got: "Ji bo ez cenazeyê kurê xwe bibînim di nava salekê de 14 caran ji Erziromê hatin Amedê. Min ji tv bihîst ku kurê min hatiye kuştin.
Wê demê ji ber ku şer hebû me nekarîbû cenaze bigirin. Piştî wê bi dehan caran hatim Amedê. Ji bo ez cenazeyê kurê xwe bigirim min daxwazname da Serdozgeriyê, Walî û parazvanên mafên mirovan. Ez çûm midûriyeta polîsan. Lê salek derbas bû hêj min encam negirtiye.
Min bi riya parêzeran ji dozger xwest ku cihê hatiye tespîtkirin ku kurê min lê hatiye definkirin xwest ku bê kolandin û lêkolîn bê kirin. Lê dozger bêyî lêkolîn bike bersîva neyînî da min.
‘GER XEBATÊN ÎNŞAETÊ DEST PÊBIKIN EZ QET KURÊ XWE NABÎNIM'
Bav Arslan, da zanîn ku piştî wî encam ji dozger û midûriuyeta polîsan encam negirt, serî li Walîtiya Amedê da û wiha got: "Me daxwazname da walîtiyê. Min di daxwaznameyê de got ger dewlet dê lêkolîn neke destûr bidin min ez bi derfetên xwe lêkolîn bikim. Lê hêj walîtiyê tu bersîv nedaye daxwaznameya min. Ez wekî bavê ku cenazeyê wî li holê tune ji rayedarên dewletê û parazvanên mafên mirovan alîkari dixwazim. Her malbatek ku zarokên wan li Sûrê Jiyana xwe ji dest dane gorek wan li Sûrê heye. Em dixwazin gorek zarokên me jî hebe ku em fatihayê li ser bixwînin. Ez dixwazim cihê ku kurê min lê hatiye definkirin gulmek awa wî mist bikim. Her malbatek ku cenazeyê xwe negirtine di nava êşê de dijîn. Her dem çavê me li nûçeyên televîzyonan e. Em dixwazin êdî ev êşa me bi dawî bibe. Berî ku xebatên înşatê dest pê bike em dixwazin bigêjin cenazeyê kurê xwe û dilê min rehet bibe."