STENBOL - HDP’î û CHP’iyên li Gazîosmanpaşayê êrîşa li dijî jinan a i Meclîsê şermezar kirin, diyar kirin ku dê têkoşîna jinan a li dijî tarîtiyê bidomînin.
HDP’î û CHP’î li Meydana Gazîosmanpaşayê (GOP) kom bûn û êrîşa jinên AK Partiya ya li dijîn jinne CHP û HDP’ê ya li Meclîsê şermezar kirin. Di çalakiya ku aliyên demokratîk jî piştgirî nîşan dan de dovîzên “Em ji dijminên jinan re li kolan meclîs û hemû cihî dibêjin na” û “jin dibêjin Na” hatin hilgirtin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.
Cigirê serokê GOP’ê yê CHP’î yê Enqereyê Denîz Unal daxuyanî xwend. Unal da zanîn ku ligel hemû tarîtiyê jî dê têkoşîna jinan bidome û wiha got: “Ji bilî darbeyên leşkerî em bûn şahidê bêdadî û bêhiqûqiya îktîdara AKP’ê ya 15 salan. Mixabin mexdûrên herî mezin ên vê pêvajoyê wekî her car jinin. Cînayetên jinan di dema vê îktîdarê de hezar û 400 zêde bûye û tecawîza li dijî zarokan gihiştiye asta herî jor.”
'TÊKOŞÎNA JINAN A LI DIJÎ TARÎTIYÊ DÊ BIDOME’
Unal, diyar kir ku îtdîra AKP’ê niha jehrîbûnê dijî û wiha axivî: “Yên ku rastî gef, çewisandin û zextên AKP’ê tên û di nava diranan de tên fetisandin dîsan jinin. Îktîdara AKP’ê wekî li dijî hemû aliyên li ber xwe didin û piştevaniyê didin hev, li dijî piştevaniya jinan jî astengiyan derdixe. AKP dixwaze di hemû qadên civakê de jinan tune bike. Mînaka vê ya dawî li TBMM’ê hat dîtin. Parlamenterên partiyên muxalif, ji aliyên parlamenterên jinên ên mejiyê wan bi zîhniyeta AKP’ê hatiye şûitin û fikrên wê teslîm hatiye girtin ve rastî şîdetê hatine. Li Meclîsê mafê parlamenteran hatiye astengkirin û hatine derpkirin. Dengê lingê rejîma ku welat ber bi wê ve diçe tê. Ligel hemû astengiyan jî dê têkoşîna jinê ya li dijî tarîtiyê bidome.”