Li Şirnexê teqîn: 2 zarok birîndar bûn

ŞIRNEX - Li Şirnexê zarokên bi navê Emre û Vezîr Bariş dema bi madeyekê dilîstin teqîn çêbû û herdu zarok birîndar bûn.

Li taxa Dîcle ya Şirnexê derdora saet 14.00'an dema birayên bi navê Emre û Vezîr Bariş bi madeyek ku nehat zanîn çi ye dilîstin teqîn pêk hat. Herdu birayên ku madeyê teqemenî di destê wan de teqiya birîndar bûn û bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hate hînbûn ku rewşa Vezîr Bariş giran e.

Piştî buyerê gelek wesayîtên zirxî yên polîsan hatin cihê teqînê û polîsan li vir lêkolîn kirin.