Qeyûm tayînî Şaredariya Elbakê jî kirin

WAN- Qaymeqamê Elbakê Abdulselam Ozturk wekî qeyûm tayînî Şaredariya Elbakê hat kirin.

Li navçeya Elbakê ya Wanê qaymeqam Abdulselam Ozturk wekî qeyûm tayînî Şaredariya Elbakê hat kirin. Polîsên ku ber bi êvarê hatin ber avahiya şaredariyê gotin ku qeyûm hatiye tayînkirin û li vir sekinîn. Ji ber ku dawiya hefteyê bû û şaredarî girtîbû jî polîs nekarîn bikevin şaredariyê. Polîs li ber şaredariyê sekna xwe didomînin.

Di heman saetê de polîsan bi ser malên Hevşaredarên Elbakê Îhsan Guler û Ayla Aynur Tarhan de girtin. Ji bo ku hevşaredar ne li malê bûn nehatin binçavkirin.