NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna rêxistina dewleta paralel a Lijneya Venêrtiya Dewletê ya girêdayî Serokomar de Waliyê Sakaryayê Walî Huseyîn Avnî Coş jî di navde navê 5 kesan di lîsteya rêxistina FETO de derket. Walî Coş piştî darbeya 15'ê Tîrmehê bi çeka otomatik wêne kişandibû û ji FETO'yuyan re îdam xwestibû.
Li gorî nûçeya Rojnameya Cumhuriyetê derket holê ku di çarçoveya lêpirsîna rêxistina dewleta paralel a Lijneya Venêrtiya Dewletê (DDK) ya girêdayî Serokomar de, Waliyê Sakaryayê Walî Huseyîn Avnî Coş, birayê Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yılmaz Walî Adnan Yilmaz jî di navde 5 walî hesabê wan ê pereyan ji Bank Asya derketiye. Hat tespîtkirin ku waliyan pere ji Bank Asya kişandine û ji Komleya "Kimse Yok mu" re ramezandine. Di çarçoveya lêpirsînê de pasaporta 5 waliyan hat betalkirin. Nehat zanîn ku der barê wan de lêpirsîn hatiye vekirin ya na. Li lîsteya lêpirsînê ya hesabê wan di Bank Asya de hebû û pere ji "Komeleya Kimse Yok mu" razandibû pasaporta wan hat betalkirin wiha ne: Vahdettin Ozcan, Îbrahim Şahin, Huseyin Avnî Coş, Adnan Yilmaz û Hasan Karahan.