NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya OHAL'ê de 4 KHK'ên nû hatin weşandin. Komîsyona Lêkolîna Kar û Baran a OHAL'ê hat avakirin, 367 kes ji peyvira cemaweriyê hatin derxistin, 124 kes dîsa anîn ser kar. 2 saziyên medya hatin girtin.
Di çarçoveya Rewşa Awarte (OHAL) de li gorî xalên 682, 683, 684 û 685'an de 4 KHK'ê nû di rojnameya fermî de hatin weşandin. Piştî civîna Lijneya Wezîran a di Serokatiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de di 2'ê Cile de pêk hat, li gorî 4 xalên Qanûna Bingehîn a biryarnameyên hêjmar 682, 683, 684 û 685'an, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.
Li gorî 4 KHK'ên nû Komîsyona Lêkolîna Kar û Baran a OHAL'ê hat avakirin, 367 kes ji peyvira cemaweriyê hatin derxistin, 124 kes dîsa anîn ser kar. 2 saziyên medya hatin girtin. Di nava van saziyên medya de Girêdayî Weşangeriya Dijîtal a Sivasê yên aydî on4 û Azermedia ku navenda wan li Stenbolê ye Televizyonên Kanal 12. Mal û milkê televîzyonan dewrî maliyê kirin.