Şaredariya AK Partiyê dixwaze cemxaneyê bike mala şînê

MEREŞ - Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê ya AK Partiyê, li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û biryara dadgeha bilind a “Cemxane îbadetxane ye" dîsa cemxaneya li gundê Teranê di statuya “Mala şînê" de qebûl kir.

Li Teranê ya Mereşê li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û dadgeha bilind biryar da ku “Cemxane îbadetxane ye" ye, dîsa ligel vê biryarê Şaredariya Bajarê Mezin a Meşerê Cemxaneya li gundê Teranê di statuya “Mala şînê" de qebûl kir. Komeleya Çandê ya Elewiyên Teronê xwestin li gundê Teranê cemxaneyê vekin. Lê hewldana wan a vekirina Cemxaneyê ji aliyê Şaredariya Mereşê ya AK Partiyê ve hat astengkirin. Li gel ku DMME'ê Tirkiye di vê mejarê de mahkum kiribû jî dîsa Şaredariya AKP'î di înkara cemxaneyê û avakirina Mala Şînê de israr dike. Welatiyên elewî yên Terorê xwestin bi navê Komeleya Çandê ya Elewiyên Teronê Cemxaneyê vekin. Her çend hewldan û xebatên komeleyê yên fermî temam bûn jî rastî astengiyên şaredariyê tê. Li gel ku biryara DMME û Dadgeha Bilind heye jî dîsa Şaredarî wekî Cemxane qebûl nake û wekî "Mala Şînê" qebûl dike.

Her çend cihê komeleyê di fermiyetê û Masa Kolemeyan de wekî Cemxane derbas bibe jî di belgeyên şaredariyê de wekî "Mala şînê derbas dibe. Piştî rewş derket holê rayedarên Masa komeleyan ji Keyayê Teronê xwest Cemxaneyê bi daxwaznameyekê wekî Navenda Komeleyê nişan bide. Li ser vê yekê sazûmankarê komeleyê serî li şaredariyê dan û xwestin wekî Cemxane nişan bide. Lê rayedarên şaredariyê di "Mala Şînê" de israr dikin.

DMME TIRKIYE MAHKUM KIRIBÛ

Rêxistinên elewiyan diyar kirin ku li gel DMME'ê statuya fermî daye cemxaneyê jî dîsa li dijî elewiyan cudahiyek heye. Saziyên elewiyan di sala 2014'an de serî li DMME'ê dabû û DMME'ê jî di 2'ê Kanûna 2014’an de biryara statuya Cemxaneyê dabû. DMME li gorî xala 14'an a azadiya bawerî û wîcdan, û xala 9'an biryar dabû û li gorî van xalan Tirkiye mahkum kiribû.

Li gel DMME'ê Dadgeha Bilind jî biryara Cemxaneyê dabû. 3'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind di Tebaxa 2015’an de biryar dabû û li gori DMME'ê gotibû “Cemxane îbadetxane ye" û statuya Cemxaenyê nas kiribû. Li gel biryara DMME û Dadgeha Bilind disa Şaredariya Bajarê Mezin a Mereşê ya AKP'ê biryarê nas nake û statuya cemxaneyê qebûl nake û bi israr dixwaze li şûna wê "Mala şînê" ava bike.

EV ENCAMA HIŞMENDIYA GIŞTÎ YE

Rêveberê Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal a Mereşê û Rêveberê Komeleya Çandê ya Elewiyan a Teronê Salman Akdeniz, diyar kir ku ev encama hişmendiya giştî ya hikûmetê ye û wiha got: "Bi taybetî ev hewldana li Teronê ji bo me peyamek bi wate ye. Gunduyan bi keda xwe li vir Cemxane ava kiriye. Lê şaredarî wê wekî statuya "Mala Şînê" bi nav dike. Ev encama polîtîkaya înkarê ya baweriya elewiyan e. Hikûmet li aliyekî bi elewîtiyê pesnê xwe dide, li aliyê din mafê wan ê herî rewa binpê dike.

Selman, da zanîn ku ji ber vê astengî û feraseta şaredariyê hêj xebatên xwe dest pênekirine û hewldan û têkoşîna wan berdewam dike.