‘Divê Qeymeqam Guntepe ewil ji qetlîama Setkarê bê darizandin’

ŞIRNEX - Xizmê welatiyên ku li gundê Setkar ê Elkê hatine qetilkirin, Xalit Temel derbarê binçavkirina Qeymeqam Guntepe de got ku divê ewil ne ji ber FETO, ji ber kuştina xizmên wan bê darizandin.

Qeymeqamê navçeya Elkê ya Şirnex yê berê Kadîr Guntepe ku di 18'ê Kanûna 2016'an de li Qeyseriyê hatibû binçavkirin li pey xwe berpirsyariya mirina 4 welatiyên sivîl, navçeyek di nava betonên ewlehiyê û qemereyên mobeseyan de hişt. Li navçeyê di 25'ê îlona 2015'an de gundê Setkarê ku 10 kîlometreyan ji navendê dûr e di encama topbarana leşkeran welatiyên bi navê Ahmet Temel (60), Behcet Temel (18), Ayla Temel jiyana xwe ji dest dabûn û Hasan Temel û Fevzî Temel jî birîndar bûbûn. Her wiha di heman rojê de ajokarê ambûlansê Şehmûz Dûrsûn ku dema ji bo birîndaran ji nava bajêr wergire nêzî noqteya polîsan gule lê hatin barandin û jiyana xwe ji dest da. Her çiqas di wê demê de berpirsyarê herî payebilind Qeymeqam Kadîr Guntepe jî be heya niha derbarê wî de tu lêpirsin nehatine vekirin.

Xizmê welatiyên ku li gundê Setkarê jiyana xwe ji dest dayîn Xalit Temel , piştî ku Guntepe bi hinceta , “Endamê FETO ye” hat binçavkirin bertek nîşan da û got çima heya niha ji ber ku sûcên li Elkê pêk anîne derbarê wî de tiştek nehatiye kirin.

‘QEYMEQAM GUNTEPE TALÎMATA KUŞTINA XIZMÊN ME DA’

Temel anî ziman ku biryara topbarana li ser gundê wan û qetilkirina xizmên wî Guntepe daye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Qeymeqamê Bêşebabê talîmata vê yekê da. Ji wê rojê heya niha tu kesê pirsa vê yekê nekiriye. Em dixwaxin were pirsîn çima qeymeqam biryara kuştina xizmên me daye.”

‘DIVÊ QEYMEQAM EWIL JI BER KUŞTINA XIZMÊN ME WERE GIRTIN’

Temel got ku diviya Qeymeqam Guntepe destpêkê ji ber buyera gundê me hatiba girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Beriya çend rojan me bihîst ku qeymeqam hatiye girtin. Lê diviya ne ji ber FETO, ewil ji ber gundê me hatiba girtin. Wî 3 mirovên me kuştin. 2 mirovên me jî birîndar kirin.”

‘HERTIM HDP DIKIR HEDEF’

Hevserokê HDP’ê yê Elkê Şaban Cîn jî derbarê Qeymeqam Kadîr Guntepe de diyar kir ku dema 2015’an hatiye Elkê weke kesekê ewlehiyê tevgeriya ye û wiha axivî: “Piştî ku ev qeymeqam hat bajêr, dest bi kar û barê ewlehiya xwe kir û xwest gel li hember wî çokê dane. Di gelek daxuyaniyên xwe de HDP dikir hedef. Gelek caran li ser tora civakî heqaret li parlementerên ku me hilbijartine dikir.”

‘NAVÇE KIR WEKE ZINDANEK VEKIRÎ’

Cîn diyar kir ku Guntepe navçeye Elkê kiriye weke zindaneke vekirî û axaftina xwe wiha domand: “Navçeya me anî rewşek wisa ku mirov nekarîn têde bijîn. Niha di her kolana Elkê de bariyerên hîdrorîk hene. Li bajêr her dever kirine qemereyên mobeseyan û herî dawî xwest ku hemû esnafên bajêr qemereyan bêxine kargehên xwe. Ev yek jî bi zorî û gefan li esnafan kir.”