' Ev der Komara Şirnexê ye'

ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî qedexeya derketina 246 rojan noqteyên qontrolê ya polîsan a têketin û derketina bajêr hatine danîn pêkanînên " Ev der Komara Şirnexê ye" bibîr tîne. Her wiha pêkanînên polîsên li noqteyan de pêkanînên deriyên gumrikan ên ji welatekî derbasî welatekî din dibin tîne ber çavan.

Li Şirnexê piştî qedexeya derketina 246 rojan, roj bi roj bergiriyên "ewlehiyê" jî zêde dibe. Di 7 taxên dema qedexeya derketina kolanan de hatî wêrankirin de qulûbeyên polîsan hatiye danîn. Hezaran welatiyên ji ber qedexeya derketina kolanan 8 mehan zorî koçberiyê bûn, ev car jî bi bergiriyên 'ewlehiyê' re rû bi rû man e.

TÊKETINA BAJÊR PÊKANÎNÊN DERIYÊ GUMRIKAN

Ji bilî van pêkanînan bergiriyên ewlehiyê ya herî zêde noqteyên qontrolê ya polîsan a têketin û daketina bajêr tê girtin. Wesayitên tên van her dû noqteyan bi saetan tên rawestandin. Piştre jî di peronên qontrolê de jî bi saetan rastê lêgerînê tên. Welatiyên ku rêwitiyê dikin jî ji aliyek rastê qontrola GBT'ê tên aliyê din navê wan di lîsteyên ku ji aliyê polîsan ve hatî amadekirin de tê qontrol kirin. Ev kiryarên her dû noqteyên qontrolê de dema mirov ji welatek derbasê welatek din dibe kiryarên deriyên gumrikê têne bîran.

JI ELKÊ HEYA ŞIRNEXÊ 10 NOQTEYÊN LÊGERÎNÊ

Lê gelê Şirnex û yê heremê ne xerîbê van kiryar û pêkanînên dewletê ne. Ji navçeyên Silopiya û Hezexê ku nêzî 60 kîlometreyan ji bajêr dûr in heya bajêr 5 noqteyên qontrolê hatiye danîn. Ji navçeya Cizîr heya Şirnexê jî 4 noqteyên lêgerînê heye. Welatiyên ji navçeya Qilebanê ber bi Şirnexê ve diçin jî rastê 5 noqteyên lêgerînê tên. Ji navçeya Elkê heya Şirnexê ku riya 130 kîlometreyan welatî ji 10 noqteyên lêgerînê derbas dibin û nasnameyên wan 10 caran rastê qontrola GBT'ê tê.

'EV DER KOMARA ŞIRNEX E'

Şirnex a ku salên 90'î ji heman şer û pevçûn lê hatî jiyîn û vê demê ev qas ne hatîbû wêrankirin û talankirin, vê demê ji aliyê rayedarên dewletê ve bi gotina "Ev der naşibe cihek din, ev der Komara Şirnexê ye" dihat pênase kirin. Polîtîkayên ewlehiyê ya îro hezar rehmel kiryarên "Komara Şirnex" dixwaze.

PÊKANÎNÊN 'KOMARA ŞIRNEXÊ' HATIYE GIRANKIRIN'

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez polîtîkayên ewlehiyê ku pêvajoya dawî hatî zêdekirin nirxand û got ku ew bi polîtîkayên ewlehiyê ya salên 90'î re rû bi rû mane. Îrmez anî ziman ku derbasbûna Herema Federal a Kurdistanê hêsan tire ku ew têkevin Şirnexê de û got ku kiryarên "Komara Şirnexê" îro bi girantir tê pêk anîn.

'DEMA EZ DIÇIM ŞIRNEX, WEKÎ HERIM WELATEK DIN'

Îrmez destnîşan kir ku dewlet dixwaze Şirnexê bike bajarê ewlehiyê û axaftina xwe wiha domand: "Dewlet naxwaze tû kes têkeve Şirnexê de. Li Şirnexê mafê azadiya rêwitiyê ya makezagonê de jî hatiye tûnekirin. Yê ku bixwaze bê astengî têkeve Şirnexê de dive nêzî hikumetê bi û ev yek jî nabe." Îrmez diyar kir ku ew wekî parlementera bajêr rastê astengiyan tê û axaftina xwe bi van gotinan dawî kir: "Ez nikarim herim mala xwe. Dema ez diçim Şirnex, wekî herim welatek din."

Ozgur Paksoy-dîhaber