Ewil yekîtî piştre kongreya neteweyî divê!

ÎZMÎR - Nûnerên PAK û PSK'ê yên Îzmîrê diyar kirin ku sedema bêstatubûna kurdan a 100 salên ku derbas kirin yekîtiya xwe pêkneanîn bû heke li 4 parçeyan yekîtiya xwe pêk neynin dê 100 salên din jî bêstatu bîmînin û bang ewil pêkanîna yekîtî û piştre lidarxistina kongreya neteweyî kirin.

Nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) ên Îzmîrê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bangawazî kirin. Rahmî Ataman ê PSK'î diyar kir ku kurdan 100 bêstatu derbas kirine û heke li 4 parçeyan belavbûna di navbera kurdan de bidome jî dê 100 salên din jî bêstatu derbas bibe. Ataman got ku divê partî û rêxistinên kurdan yekîtiya xwe pêk bînin û wiha axivî: "Divê partiyên kurdan yekîtiya xwe pêkbînin. Piştre jî divê daxwaza kongreya neteweyî bikin."

'EM PARÇEBÛNA LI KDISTANÊ JI HOLÊ RAKIN'

Ataman destnîşna kir ku partiya ku kongreya neteweyî bike divê daxwazên wî yên neteweyî hebe. Ataman bang li partiyên kurdan kir û wiha got: "Hemû hêviyên min ji bo yekîtiya neteweyî ye. Divê em parçebûna 4 parçeyên Kurdistanê ji holê rakin. Divê partî bên cem hev û yekîtiya xwe pêk bînin, heke yekîtiya me nebe tu daxwazên me jî nabe."

'BILA XETA NETEWEYÎ QELS NEBE'

Nûnerê PAK'ê yê Îzmîrê Niyazî Çetînok jî diyar kir ku sedema polîtîkaya parçekirina kurdan a cihanê ji kurdan diqewime û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di bin banê osmaniyan de gel ber bi dewletbûnê dema ku diçûn kurdan jî wê demê rêxistinên xwe ava kirin. Wê demê jî hinek ji kurdan li ser navê osmanîbûnê hinek ji wan jî di bin navê îslamê de hinek ji wan jî li ser navê komarê rêxistin ava kirin. Wê demê rêxistinên kurdan bû 3-4 parçe û xeta neteweyî qels bû. Komara ku hebûna xwe li ser kurdan ava kir, polîtîkaya ku kurdan asîmîle bike yan jî îmha bike bi her awayî polîtîka meşand. Ev parçebûn ji me diqewime. Heke me jî wê demê wekî gelên din ên ku osmanî pêk anîn hêza xwe ya neteweyî biparasta niha me yê jî cografyaya xwe rêve dibir."

'HEKE EM BÊSTATU NE DIVÊ HEMÛ KES XWE PIRSYAR BIKE'

Çetînok anî ziman kurd ji bo Kurdistana serbixwe her tiştên xwe dane û wiha axivî: "Hesreta 4 parçeyên Kurdistanê, Kurdistana serbixwe ye. Nİha daxwaza me jî ev e. Em dixwazin kurd jî divê hemû gelan li ser cografyaya xwe si rengên xwe, bikaribin xwe birêve bibin. Ji ber bêstatubûna kurdan divê hemû rêxistinên kurdan xwe pirsyar bikin."

'BIRAKUJÎ LI HEMBERÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ ASTENG E'

Çetînok da zanîn ku "birakujî" di nava kurdan de pirsgirêkekî ku bi sedan salan e berdewam dike ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bingeha esasî ya birakujiyê hevduguhdarnekirina kurdan e. Birakujî ji bo kurdan întihar e. Mînak pevçûnên di nav bera eşîran de li hemberî hişmendiya me ya neteweyî asteng e. Birakujiyên siyasî jî. Bi salan li Başûr şerên ku çêbûn jî bi kurdan da windakirin. Xwîna kurdan rijiya lê tu caran destkeftiyên kurdan çênebû. Ji bo ku kurd bi serkevin divê li hemberî hev dijminatiyê nekin û yekîtiya wan şert e."