ÎZMÎR - Xwendekarê Zanîngehê T.K. yê ji ber di medyaya civakî de nivîs û wêne parve kir hat binçavkirin piştî hat berdan derket holê ku gotin û wêneyê nivîskar Tezer Ozlu yê parve kirine wekî "propaganda rêxistinê kiriye" hatiye hesibandin.
Xwendekarê Zanîngehê T.K. ku li îzmîrê hat binçavkirin û serbest hat berdan der barê binçavkirina wî de tiştên balkêş derket holê. T.K. ku ji ber li ser medyaya civakî wêne û nivîs parve kirin û bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hat binçavkirin derket holê ku helbest û wêneyê nivîskar Tezer Ozlu wekî delîl hatine hesibandin. Polisên TEM'ê di bin çavan de ristên helbesta nivîskar Tezer Ozlu ku di medya civakîde parvekiribûn wekî delil danî pêş T.K. Dîsa wêne û spotên nûçeyan ên di malper û hesabê twittera Rojnameger Çagdaş Kaplan de belav kiribûn wekî delîl hatin nîşandan. Dozgerê Komarê der barê T.K. de bi şertê qedexeya dervê welat û bi şertê kontrola edli serbest berda. Dozger xwest T.K., her roj li qereqola nêzîkî xwe her roj îmze bavêje.