'Tifaq wekî malbatan gel jî xurt dike'

MÊRDÎN- Xwîşka Ferhat Kurtay ê ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî zilmê agir berda bedena xwe, Rabîa Kurtay anî ziman ku wê demê yek gotinekî bi kurdî jî sedema îşkenceyê bû, ji bo ku êş neyên jiyîn gelê kurd jî wekî malbatan tifaqa xwe pêk bîne.

Îşkenceyên dema darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'an li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ku bû mijara pirtûk û fîlman jî hê jî êşên wî di dilê mirovan de ye. Li hemberî îşkenceyan berxwedan jî pêk hatin. Wekî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner li dijî îşkenceyê di 18'ê Gulana 1982'yan de agir berdan bedena xwe. Rabîa Kurtay a ku birayê xwe winda kir û şahida wê demê ye diyar kir ku 3 xwîşk û 3 bira bûne beriya êşa ku jiyan kirine jiyan ji bo wan wekî bihuştê bûye. Kurtay a ku di têkoşîna gelê kurd de êşa 2 birayên xwe jiyan kir êşa xwe bi gotina "ew cihan bi ser me de hilweşiya" îfade dike.

Kurtay diyar kir ku birayê wê Ferhat Kurtay piştî zanîngehê zewiciye û piştî 2 salan jî bi Hayrî Durmuş re hatiye girtin, wê demê birayê wê Mele Davut kurtay jî hatiye binçavkirin, piştî 5 rojan hatiye berdan û wiha axivî: "Wê demê kurd zêde bi hevre nebûn, yekîtî tunebû. PUK'iyan ew li mala xwe kuşt. Me wisa ew winda kir."

'PIŞTRE ZILMÊ DEST PÊ KIR'

Kurtay tiştên ku jiyana bi gotina "zilmê piştre dest pê kir" anî ziman wiha berdewam kir: "Dema ku Ferhat li girtîgehê bû ez ê du hefteyê careke diçûm hevdîtinê. Derfetên hatine xwîşk û birayên min ên din tunebû ji ber ku mala me hebû ez diçûm."

ROJÊN DIJWAR ÊN HEVDÎTINÊ...

Rabîa Kurtay têkîldarê pêkanînê li girtîgehê jî wiha axivî: "Dema ku em diçûn gotina yekemîn a ku dihat kirin 'teqez kurdî qede ye' bû. Dayika min jî me jî yek gotinekî tirkî nedizanî. Em ji kû dizanin; xwedê me wisa xuliqandiye. Zimanê me yê dayikê ev e, em çi bikin. Dema ku em diçûn Ferhat ji me aciz dibû digot neyên lê em dîsa jî diçûn. Dema ku rojekî em çûn zivistan berf bû. Wekî qiyametê bû. Dora girtîgehê wekî niha nebû. Vala bû. Em bi xizmekî xwi re çûbûn, wesayîta me tunebû. Ew xizmê me ji sermayê hatibû ber cemidandinê. Bi germa sobeyê hewl dane bi ser xwe ve bînin ger ne wisa bûya dê bimira."

'BI KURDÎ RE LÊDANÊ DEST PÊ DIKIR'

Kurtay diyar kir ku wê demê cihên hevdîtinê bi du alî telan hatibû girtin mirov nedikarê rûyên yên li hemberî xwe bibîne û wiha got. "Dema ku em diçûn me rûyê wan zêde nedidît. Du dor têl hebû li qabînên hevdîtinên me kesên pêşberî xwe wekî reşahiyekî didît. Hemû hevdîtinên me bi gotina 'bi xêr hatî çawa yî' derbas dibû. Wekî din gotinekî me tunebû. Me bi kurdî dema ku bigota çawayî wê demê lêdanê dest pê dikir. Qet ji bîr nakim dema ku em rojeke çûn ne ew axivî ne jî ez em wisa sekinîn. Dema ku kurdî biaxivin me dizanibû ku em ê lêdanê bixwin."

Kurtay destnîşan kir ku ji ber vê yekê hevdîtin pir kurt berdewam dikir, dema çûn hatinê de ligel ku rastî îşkenceyê bên jî moralek digirtin. Kurtay anî ziman ku bi mirina birayê wê vê yekî dinya bi ser wan de ruxiyaye û wiha pêde çû: "Em naxwazin kesek bimire. Em cihaneke baş dixwazin. Ev dinya têra me hemûyan dike."

'GELÊ KURD WEKÎ MALBATÊ YE'

KUrtay destnîşan kir ku ji ber di nava gelê kurd de tifaq pêk nehatiye birayê wê Mele Davut hatiye kuştin û bal kişand li ser yekîtiya kurdan. Kurtay destnîşan kir ku yekîtiya gelê kurd gelekî girîng e.

Kurtay diyar kir ku gelek wekî malbatan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ger malbatek ji hev cuda bibe, 4 bira ji hev cuda bibin ew malbat dê biçûk bibe. Lê heke bihevre bin ew malbat dê mezin bibe û xurt bibe. Ez jî bi kurtasî dikarim bibêjim ku Kurdistan mezin e, heke bihevre nebin dê bihele û biçe. Em tifaqê dixwazin. Bi tifaqê ve aştiya me nêzik e.

Dîcle Muftuoulu/Aynur Înedî- Dîhaber