MÊRDÎN- Welatiyên ku li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya qedexe û xirakirn didome dijîn her roj serê sibehê tên taxa xwe û ji bo ku malên wan neyên xirakirin nobetê digirin. Mirovên ku bi cîranên xwe re tên cem hev û malên xwe dinêrin hêviyek be jî li bendê ne kepçe ji taxê derkevin, zarok jî ligel hemû xirecirê jî dilîzin.
Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo gelek welatiyên ku gundên wan di salên 90'an de hatin şewitandin û valakirin bû qada jiyanê. Li taxên Kanîka, Kişla, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firatê 315 roj in bi qedexeya berdewam dike xirakirina avahiyan jî didome. Gelek cihên taxan hatin xirakirin xwediyên malbatên ku malên wan tên hilweşandin jî her roj serê sibehê heta êvarê nobetê digirin.
LI DORA TELAN DI NOBETÊ DE NE
Welatiyên ku li taxa Firatê malên wan hene û niha li taxên cuda dijîn serê sibehê zû tên dora têlan û disekinin. Ji 80 salî heta zarokên çend mehî bi dehan kes li dora telan kom dibin. Welatiyên ku pêdiviyên xwe yên rojane jî bi xwe tînin, hemû roje xwa li dora têlan tevgera kepçeyan temaşekirinê derbas dikin. Bi dengê kepçeyan welatî wekî ku biranînên wan jî tê xirakirin hîs dikin.
Li aliyekî her roj mal rêz bi rêz tên xirakirin li aliyê din jî di nava molozan de hesin tên cudakirin li TIR'an tên barkirin. Li herêma ku berê 400 hezarî zêdetir welatî dijiyan niha tenê çend mal, moloz û kepçe mane ji bilî vê yekê tiştek nemaye.
'DIBÊJIN DÊ BÊ XIRAKIRIN'
Li herêma ku her roj tevgerekî nû heye endezyarên ku digerin bi fermanên ku girtine biryarên nû pêk tînin. Herî dawî jî endezyar li ser malên ku dema tespîtkirina xisaran de hate gotin ku kêm xisar dîtiye jî tîpa "Y" a ku tê wateya "dê bê xirakirin" dinivîsînin. Piştî vî agahiyê welatiyên ku tel derbas kirin jî li ser pirsa çima ev nivîs hatiye nivîsandin bersiva "Ji Enqereyê midûrên giştî yên hatin agahiya ku dê her tişt bê xirakirin şandin. Lê em van rojan nikarin van malan xira bikin. Heke xirakirin bidome dê hemû bên xirakirin."
Welatiyên ku tên ber têlan û li malên xwe dinêrin jî qala rojên xwe yên borî dikin, bîranên xwe parve dikin. Apê Osman ê ku ji welatiyên geşedanên li cihanê nîqaş dike ye gotina "Trump li Amerîkayê hate ser kar. Ka em binêrin ji bo kurdan hêvîdar im bi xêr be" bi kar tîne.
BI ZAROKA XWE VE DISEKINE
Hatîceya bi zaroka xwe ya di hembêza xwe de hatiye jî wiha dibêje: "Beriya ku qedexe dest pê bike ev zarok di zikê min de bû. hemû kesan digotin ji taxê dekeve ma tu dê çi bikî. Dê zaroka te li ber te biçe. Ez heta roja dawî mam û piştre mecbûr mam ku derkevim." Hatîce niha jî bi zaroka xwe ve bi hêviyekî mala xwe temaşe dike.
'BILA MALA ME BIBE SEDEQEYA AZADIYA KURDISTANÊ'
Di sohbetên ku tên kirin de Naîfeya 70 salî jî dest bi axaftinê dike û wiha dibêje: "Ev mala me ya duyemîn e tê xirakirin. Piştî ku gundê me şewitandin em bi cilên xwe yên li ser xwe ve derketibûn niha jî wisa derketin. Niha jî ev mala me hate xirakirin." Dayika Naîfe wiha berdewam dike: "Bila mala me bibe sedeqeya azadiya Kurdistanê. Ew çi dikin bila bikin dê Kurdistan azad bibe."
Apê Osman jî rojên berê bi bîr tîne û wiha diaxive: "Demekî ji gundê me fermandarekî gerîla derbas bûbû. Rûnişt têkoşîn ji me re vegot. Piştre jî gotina 'ji bo azadiyê dê mirin jî çêbibe, sirgûn û xirakirin jî. Lê çi dibe bila be dê azadi bê' bi kar anîbû. Ev tiştên ku em dijîn vegotinên wî ne."
Piştî ku dengê kepçeyan nêzik dibe dengekî "Mala xaltîka Ayşe xira dikin" tê. Piştre hemû kes ber bi wê derê ve diçin. Xaltîka Ayşe ewil diqêre û piştre jî li ber telan rûdinê. Xaltîka Ayşe wiha dibêje: "Di esasê xwe de sûcdar em in. Ger me ji malên xwe berneda niha ev tişt jiyan nedikir. Piştre têl kişandin. Me ji bo Rojava têl rakir lê telan malên xwe nekarî rakin. Me şaşîtî kir."
DI NAVA MOLOZAN De DIJÎN
Di nava vî xirecira mezinan de zarokên nisêbînî cihên ku moloz lê ne kirine qada lîstikê û ligel hemû rewşa neyînî jî dilîzin û balê dikîşinin hêviyên mezinan.
Dîcle Muftuoulu/Aynur Înedî - Dihaber