Rojnamegerê Azerî: Tirkiye girtîgeha rojnamegeran e

ENQERE – Rojnamegerê Azerî Tural Qurbanlî têkildarî êrîşên li dijî çapemeniyê, politîkaya siyaseta AK Partiyê û avakirina Pergala Serokdewletiyê axivî. Qurbanlî, diyar kir ku Tirkiye bûye girtigeha rojnamegeran û pergala Serokdewletiyê dê Tirkiye bibe felaketê.

Li Tirgiyek gelek rojev diguherin, lê rojeva binpêkirina mafan, binpêkirina heq û hiqûqê nayê guhertin. Her roj rojnameger û siyasetmedar tên girtin. Çapemenî tê sansurkirin. Hikûmeta AK Partiyê dixwaze bi guhertina xalên Qanûna Bingehîn Pergala Serokdewletiyê texe meriyetê û bêtir hikmê Serokomar zêde bike. Rojnamegerê Azerî Tural Qurbanliyê ku ji ber hîn sebebên siyasî ji Azerbaycanê sirgûnê Tiflîsa Gûrcîstanê hat kirin, têkildarî geşedanên dawî yên Tirkiyeyê, xwesteka avakirina Pergala Serokdewletiyê û êrîşên li dijî çapameniya mûxalîf ji dîhaberê re axivî. Qurbanli da zanîn ku Tirkiye girtîgeha rojnamegeran a cîhanê ya herî mezin e. Qurbanli diyar kir ku kesê ku îro Tirkiyeyê bi rêve dibe, hemû hikmê jiyanê girtiye destê xwe. Ev yek jî wekî facîaya welat e û milet cem wî kesî be û cem nebe jî ev dîktatorî ye.

LI TIRKIYE Û AZERBAYCANÊ FIKRÊN CUDA WEKÎ SÛC TÊN DÎTIN

* Sedema sirgûnkirina we çî ye û hûn dikarin ji qala sirgûnkirina xwe bikin?

Li her derê her kes li gorî xwe jiyanekê ji bo xwe ava dike. Ez jî li Azerbaycanê hatim dinê. Lê ji ber ku fikrên min û yên îxtîdarê ji hev negirtin, ez hatim sirgûnkirin. Li her derê ji bo jiyana mirovan astengî tên derxistin. Lê li Tirkiye û Azerbaycanê fikrên cuda wekî sûc tên dîtin û kes li gorî fikrên wan tên sirgûnkirin. Ez niha li Tîflîsê rêxistina civakî ya sivîl a bi navê ‘Human Right House’ ya ku ji aliyê rojnamegerên ku nikarin vegerin welatê xwe ve hatiye avakirin de dixebitim. Her wiha ez ji bo saziyên biyanî jî wekî Freelancer nivîsên di derbarê kafkasyayê de dinivîsînim.

ÇAPEMENIYA ALÎGIR ROJNAMEGERAN WEKÎ TERORÎST NÎŞAN DIDE

* Hûn wekî rojnamegerekî Azerî êrîşên li dijî çapemeniya mûxalîf a Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Wekî ez dizanim li Tirkiyeyê 144 rojnameger girtî ne. Tirkiye li cîhanê girtîgeha rojnamegeran a herî mezin e. Li Tirkiyeyê azadiya rojnamegeran tune ye. Piştî ku AK Partî hat rêveberiya Tirkiyeyê rojnamegerî gelek paş ve çû. Mînak berê dema ku rojnameger dihatin girtin hin lêpirsîn di derbarê wan de dihatin kirin û piştre biryar dihatin girtin. Lê niha rojnamegerên ku niha li Tirkiyeyê tên girtin, ji aliyê çapemenya alîgir ve wekî terorîst tên nîşan dan. Ger kesek bê girtin heta ku sûcê wî dernekeve holê tu kes nikare wî jesî wekî terorîst nîşan bide. Lê mixabin ev tişt li Tirkiyeyê nayê dîtin û rojnamegerî li Tirkiyeyê hatiye jibîrkirin. Sedema bîrkirina rojnemegeriyê jî hikûmet e. Niha li Tirkiyeyê bi awayekî zelal gelek kes bê sûc tên lînckirin.

KESÊN GOTIN CEMAETA GULEN XETER E HATIN GIRTIN

* Li gorî we li Tirkiyeyê çima rojnameger hedef tên girtin?

Ger di civakekê de girtina rojnamegeran hebe ew civak ji aliyê sextekaran ve tê rêvebirin. Ger wiha nebe dê çima rojnameger bên girtin. Di dema hevpariya cemaeta Gulen û hikûmeta AK Partiyê hin rojnamegeran gotin ev cemaet cemaetekî xeter e. Lê ev rojnamegerjî niha wekî endamên rêxistinê tên dîtin û piştre tên girtin. Li Tirkiyeyê yên ku li dijî hikûmeta AK Partiyê difikirin nikarin li Tirkiyeyê tiştekê bikin. Ya herî xeter jî ev e ku hikûmetek derketiye û ji aboriya Tirkiyeyê dilîze û li gorî xwe aboriyê rêve dibe. Her mirov ji bo ku birçî nemîne dikare hemû tiştan bike. Mînakên vê jî di dîrokê de heta niha gelek caran hatine dîtin.

EM QALA DÎKTATORÊN WIHA DIKIN

* Li gorî we di navbera çapemeniya Tirkiye û Azerbaycanê de çi cûdahî hene yan na, ger hebin ev cûdahî çi ne?

Li Azerbayacanê niha 166 girtiyên siyasî hene. Di nava wan de 30 kes rojnameger in. Ger mirov gelheya Tirkiyeyê û Azerbaycanê didane ber hev herî kêm 9 qatan hejmara Tirkiyeyê biçûktir e. Ji ber vê yekê hejmara girtiyên siyasî yên Azerbaycanê li gorî hejmara vê gelek e. Niha her du welatan jî rojnameger bê sûc tên girtin û wan diavêjin girtîgehan. Mînak rojnamegera ku serweta Îlham Alîyev û malbata vî lêkoland a bi navê Hatîce Îsmayîl ji aliyê Alîyev ve wekî kesekî sûcdarê teşebûsa kesekê hat nîşan dan û ew girtin. Kesekê ku teşebûsa întîharê kir piştre axivî got ku tu eleqeya wê ji rojnameger tune ye û îfadeyê wê bi darê zorê hatine wergirtin. Piştre dozên cûda li wê rojnamegera jin hatin vekirin. Her wiha di bin navê operasyona tiryakê de li ser malan de tê girtin û tiryak, maddeyên teqînê bi destê xwe diavêjin malê û ev dibe sedema girtina hin kesan. Lê binêrin niha em qala dîktatorên wiha dikin.

ERDOGAN GELEK KES XAPAND

* Hûn politîkaya siyasî a Tirkiyeyê çawa dinirxînin? Di salên borî de lêkolînerên enstûtiyê tiştek nivîsandin. Ev tişt jî wiha bû, Tirkiye dê bibe Îran an na?

Li gorî min niha şûn ve Tirkiye nabe Îran jî. Çima? Sebeba vê jî ew e; niha li Îranê rejîmekî êrîşkar heye. Hemû kes ji vê rejîmê ezyetê dibîne. Ger li Îranê hilbijartinek demokratîk bê kirin dê ew rejîm di nav perên dîrokê de winda bibe. Lê li Tirkiyeyê gelek kesan bi awayekî demokrasî Erdogan hilbijart û dê hêj jî hilbijêr e. Gelek kes niha li Tirkiyeyê Erdogan ji bavê xwe zêdetir hez dikin. Hin jin radibin dibêjin ku “ger Erdogan bixwaz e, em ê bibin harema wî.” Hişmendiyek wiha niha di nav hin jinên Tirkiyeyê de heye. Erdogan ji bo xwe bi rêya xapandinê di 15 salan de li gorî fikrên xwe civakek ava kir. Ev hişmendî jî hişmendiya wan kesên ku ji aliyê Erdogan ve hatin xapandin e.,

BILA NEYÊ JIBÎRKIRIN HÎTLER JÎ HEMAN SIYASET DIKIR

* Hûn nîqaşên Pergala Serokatiyê ya li Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Îxtîdara siyasî Tirkiyeyê ber bi xetereyek mezin ve dibe. Kesê ku îro Tirkiyeyê bi rêve dibe, hemû hikmê jiyanê girtiye destê xwe. Ev yek jî wekî facîaya welat e. Milet cem wî kesî be û cem nebe jî ev dîktatorî ye. Bila neyê jibîrkirin Hîtler jî wisa kir. Hîtler ji aliyê gelek kesî/ê ve wekî Serokdewletî hat hilbijartin. Pergala Serokatiyê ji bo Tirkiyeyê felaketê zêdetir tiştekê bi xwe re naîne.

Krîza aborî ya Tirkiyeyê hêdî hêdî derdikeve holê. Deynê Tirkiyeyê yê derve zêdetir 400 milyar dolar e. Ji ber vê yekê jî Tirkiyeyê li gorî dewletên cîhanê rewşek pir asteng dikişîne. Hemû kes dizane ku di operasyonên 17 û 25’ê kanûnê de Erdogan û gelek wezîran bi milyonan dolaran çawa dizîn. Hêviya min ev e ku dê di demek nêz de hemû kes hişyar bibe, dê vê şaştiya xwe bibîne û vê şaştiyê sererast bike.

HETA KU AKP HEBE PIRSGIRÊKA GELÊ KURD NAYÊ ÇARESERKIRIN

Hûn li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çawa dibînin?

Bi rastî derve her kes Tirkiyeyê wekî dewletekî demokratîk dibîn e. Lê mînaka girtina Parlementerên HDP’ê nîşan dide ku Tirkiyeyê tehemûla fikrên cûda tune ye. Yanî em baş dizanin ku ew parlementer bi taybet ji aliyê gelê kurd ve hatin hilbijartin , an jî em bibêjin partiya HDP’ê gelê kurd temsîl dike. Lê parlementerên ku ji aliyê milyonan kesî/ê ve hatin hilbijartin niha di girtîgehan de ne. Heta ku hikûmeta AKP’ê li ser îxtîdarê be demokrasî nayê Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê pirsgirêka gelê kurd jî nayê çareserkirin.

Ayşe Sûrme/Ferîd Dere - dîhaber