AGIRÎ - Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk jî di nav de di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê piştî ku di 11'ê çileyê de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin serê sibehê jî di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Dutaxê Firat Ozturk jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: Hevserokê HDP'ê yê Dutaxê Salîh Aydin Hevserokê DBP'ê yê Dutaxê Hakan Turgut, Kemal Turgut, BUlent Ogul, Abdulmenaf Yİldiz û welatiyê bi navê Baran Ozturk ê li Stenbolê hat binçavkirin. Li gorî agahiyan di serdegirtinan de nêzî 45 kes hatine binçavkirin.
Kesên hatine binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Dutaxê.