Ji ber nûçeyan 27 sal ceza tê xwestin

AMED - Der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mûcadeleyê Ferhat Parlak de ji ber nûçe û dîmenên ku dema şerê li Farqînê kişandiye 27 sal ceza hat xwestin. Di îdianameyê de gotina Parlak a di nûçeyan de ji bo leşker û polîsan "jiyana xwe ji dest da" ji bo YDG-H'iyan "çalakger" ji bo kesên tevlî çalakiya dengderxistinê bûne "gelê sivîl" bi karanîn û bûyer îxbar nekirin wekî delîl hatin nîşandan.

Der barê Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Sîlvan Mûcadeleyê Ferhat Parlak de ji ber nûçe û dîmenên ku dema şerê li Farqînê doz hate vekirin. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amedekir û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin de der barê Parlak de bi îdiaya "Ji bo sûc texrîkirin" "pesnê sûc û sûcdar dayîn" "Gel texrîkî kîn û nifrînê kirin" "Ji bo gel li gorî qanûnan tevnegere texrîkirin" "Propagandaya rêxistinê kirin" "endamtiya rêxistine" ji 7 salan heta 27 salan ceza tê xwestin. Di îdianameyê de tê gotin ku Parlak bêyî ku karta zer a ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Enformasyon Weşan û Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê li navçeyê rojnamegerî kiriye û li taxên qedexe dema ku nûçe şopandiye ji aliyê sekvanan ve hedefgirtin bi sernavê "sekvanan rojnameger kirin hedef" kiriye nûçe û dîmenên dema bûyerê parve kiriye û ev yek wekî "propagandaya rêxistinê" hatiye nîşandan.

HEMAYÊN NÛÇEYAN SÛC E!

Di îdianameyê de nûçeya ku Parlak bi sernavê "Li taxa Tekelê ya Farqînê gel herikî kolanê" çêkiriyê û dîmen di youtubê de parvekiriye jî wekî "ji bo gel li gorî qanûnan tevnegere texrîkiriye" hatiye nîşandan.

Di nûçeyên ku Parlak çêkiriye de gotina "çalakger" a ji bo endamên YDG-H bi kar aniye jî wekî sûc hatiye dîtin û wekî ku "rêxistin di nava gel de xwestiye sempatîk bide nîşandan" hatiye nirxandin. Ji ber ku di nûçeyan de Parlak ji bo leşker û polîsan gotina "jiyana xwe ji dest dane" bi kar aniye jî ev yek wekî "bi devê rêxistinê axaftin" hatiye nirxandin û di îdianameyê de wekî sûc hatiye dîtin.

'KURDISTAN LI AXA TIRKIYEYÊ CIHEKÎ KU TÊ ZANÎN NÎNE'

Di îdianameyê de ji ber ku Parlak nûçe û dîmenên endamên YDG-H'ê kişandiye û ev yek ji polîsan re negotiye ev jî wekî sûc hatiye dîtin. Dîsa peyama ku Parlak piştî ku 34 kesên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin di hesabê xwe yê çapemeniya civakî de parve kiriye jî propagandaya rêxistinê hatiye hesibandin. Di îdianameyê de tê gotin ku Parlak bi gotina "Kurdistanê" ve fikra PKK'ê qebûl dike, "Kurdistan li axa Tirkiyeyê ciheke nayê zanîn e û nepêkan e jî bê zanîn". Tê îdiakirin ku armanca Parlak çêkirina nûçeyan nîne, nûçeyên ku çêkiriye jî cewhera wan nûçe nîne.

'HEMÛ SÛCDARKIRIN XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ YE'

Parlak ê têkîldarî doza hate vekirin axivî wiha got: "Di jiyana min a rojnamegeriyê de gelek caran der barê min de doz hate vekirin. Lê ez cara yekem e ku dozekî bi vî rengî dibînim. Hûn îdianameyê ji kû bigirin dê di destê we de bimîne. Hemû sûcdarkirinên der barê min de xebatên rojnamegeriyê ye. Ji ber ku karta min a zer tuneye ez wekî mîlîtanê rêxistinê hatim dîtin. Peyama ku ji bo 34 kesên li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin kişandiye bûye propagandaya PKK'ê. Li vî welatî şermezarkirina DAIŞ'ê jî bûye sûc. Sûcdarkirinekî din jî çima endamên YDG-H'ê poz dane min. Arşîva bavê min ê 33 salan û arşîva min a rojnameyan a 12 salan, pirtûkên Abdullah Ocalan ji bo endamtiya rêxistinê delîl hat hesibandin. Li welatên demokratîk dema şer de rojnamgerên ku nûçe çêdikin an jî dîmen dikişînin tên xelatkirin lê li vî welatî wekî xelat riya girtîgehê nîşanî rojnamegeran didin."

Doza ku Parlak tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin.