NAVENDA NÛÇEYAN - Li Til Hemîsê 2 teqînên cuda pêk hatin. Di teqînan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya gundê Sediya û Til Hemîsê, dema wesayîteke sivîl derbas bû mayîna li kêleka rê hatibû bicihkirin, teqiya. Di teqinê de Heyat Îbrahîm (32), Neîme Nime (33) û zarokê bi navê Hisên Îbrahîm jiyana xwe ji dest dan. Teqîna duyemîn jî li ser rêya Mercan a bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Til Hemîsê ye rû da.
Mayîna li kêleka rê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna motorsîkletekê de teqiya. Li vir 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.