Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin

AMED- Qaymeqamê Pasûrê Fatîh Gulgeroglu wekî qeyûm tayîn Şaredariya Pasûrê hat kirin.

Bi biryara Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînê Şaredariya Pasûrê ya Amedê hat kirin. Piştî ku Hevşaredar Metîn Dînar ji peywira xwe hat girtin û ev biryar hate teblîgkirin polîs çûn ber şaredariyê û dorpêç kirin. Piştî biryara ji kar girtinê Qaymeqamê Pasûrê Fatîh Gulgeroglu wekî qeyûm li şûna Hevşaredar Metîn Dînar wekî qeyûm hat tayînkirin.

Hevşaredara Pasûrê Sadiye Surer jî di 26'ê Kanûna 2016'an de piştî ku di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin di 5'ê çileyê de hatibû girtin û şandibûn girtîgehê.