ÎZMÎR - Li Tirkiye dema mirov di milê "mafên zarokan" de li karneyê dinere rewşa Tirkiye pir xerab e. Tevî vê yekê amadekariya pêşnûmeya "îstîsmara zayendî" karneya Tirkiye bêtir xera dike. Di salekê de ji sûcdariya îstîsmara zayendî 16 hezar û 957 mirov derketin pêşberî edliyê. Mehê herî kêm 650 zarok rastî êrîşa îstîsmara zayendî tê. Niha 3 hezar û 111 zarok girtî ne û di 3 salên dawî de 176 zarokên karker di qezayên kar de mirin.
Di cîhanê de têgeha "mafên zarokan" yekem car di Danezana Mafên Zarokan a Cenevre de hat rojevê. Di vê danezanê de hat diyarkirin ku pirsgirêka zarokan pirsgirêka civakî ye û pêwiste bi zanistî bê destgirtin. Di 20'ê Mijdara 1989'an de ji aliyê 193 welatî ve hat erêkirin. Bi "Peymana Der Barê Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyi" re her 20'ê Mijdarê wekî Roja Zarokên Cîhanê hat qebûlkirin. Di v ê peymanê de hat qebûlkirin ku zarok xwedî mafê tenduristî, fîzîkî, derûnî, civakî û her alî ne. Her çend Tirkiye jî ev peyman îmze kir, lê li gorî daneyan binpêkirina mafên zarokan li Tirkiye gelek zêde ye.
3 HEZAR Û 111 ZAROK LI GIRTÎGEHÊ NE
Li gorî tabloyê her çend mafê "azadiyê" hatibe îmzekirin jî li Tirkiye zarok ji mafê xwe yên bingehîn dûr in. Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya 2016'an li girtîgehên Tirkiye hezar û 752 girtî ne. Ji van zarokan 831 zarokên girtî rastî ceza hatine. Ji bilî vê daneyê 528 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salî de ji ber dayikên wan girtî ne li gel dayikên xwe di girtîgehê dene. Bi giştî 3 hezar û 111 zarok li Tirkiye girtî ne.
DI 3 SALAN DE 176 ZAROK DI QEZAYÊN KAR DE MIRIN
Li Tirkiye herî zêde zarok di karên erzan û zor de dixebitin. Sal bi sal betalî zêde dibe û pêre hêjmara zarokên karker jî zêde dibe. Li gorî daneyên Wezareta Xebat û Civakî ya 2016'an li Tirkiye di xebatên cuda de 133 hezar û 33 zarokên ku temenê wan di bin 18 salî de kar dikin. Ji van zarokan 59 hezar û 571 jin in. 73 hezar û 432 jî zarokên kur in. Gelek zarokên karker ên di karê demsalî û zeviyan de dixebitin jî li dervê qeyda ne. Di 3 salên dawî de 176 zarok di qezayên kar de mirin.
DI QEDEXEYÊN KOLANAN DE 80 ZAROK HATIN KUŞTIN
Di navbera salên 2015-2016'an de dema Qedexeya Derketina Kolanan li bajarên kurdan hat îlankirin bi piranî zarok ji aliyê leşker û polîsan ve hatin kuştin. Li gorî daneyên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) di navbera 16'ê Tebaxa 2015'an heta niha li 7 bajar û 22 navçeyên kurdan piştî qedexeya kolanan herî kêm 80 zarok ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin.
TELEVÎZYON Û KOMELEYÊN ZAROKAN HAT GIRTIN
Piştî hewldana darbeyê û îlana OHAL'ê binpêkirina mafên zarokan li Tirkiye zêdetir bû. Bi biryarên KHK'ê gelek televîzyon û rojname hatin girtin. Di nava van televîzyonan de Zarok TV ku yekem car bi kurdî weşanê dike hat girtin. Dîsa di çarçoveya KHK'e de Komeleya Zarokan a "Gundem Çocuk" hat girtin.
HER MEH ZÊDETIRÎ 650 ZAROK RASTÎ îSTİSMARÊ TÊN
Li Tirkiye her roj gelek zarok rastî tundî, îstîsmara zayendî tên. Li şûna ku êrîşkarên îstîsmarê bên cezakirin, hikûmet dixwaze bi pêşnûmeya "îstîsmara zayendî" sûcdarên îstîsmarê biparêze û girtiyên ji sûcê îstîsmarê hatine girtin serbest berde. Îktîdarê roja 17'ê Mijdarê mijara "Kesên îstîsmarê dikin dikarin bi zarokên rastî îstîsmarê hatine re bizewicin" anî rojeva meclîsa Tirkiyeyê. Li gorî dane û îstatîstikên Wezareta Dadê ji sûcê îstîsmarê 16 hezar û 957 sucdar girtî ne. Li gorî daneyên TUÎK'ê jî li Tirkiye ji sedî 46 sûc li dijî zarokan pêk tên. Her meh 650 zarok rastî tundiya zayendî tên. Her sal ji sedî 20'ê zewacan zarok in.
TIRKIYE PEYMANA MAFÊN ZAROKAN ÎHLAL DIKE
Endama Hewldana Aştiyê ya Ji bo Zarokan Dîlan Taşdemir, diyar kir ku Tirkiye îmze avêtiye bin peymana zarokan a NY'ê. Taşdemir, da zanin ku divê bi her awayi mafên zarokan bê parastin, lê li Tirkiye mafên zarokan nayê parastin. Taşdemîr, anî ziman ku di 2 salên dawî de li bajarên Kurdan şerekî dijwar heye û di vi şerî de herî zêde zarok mafê wan tê binpêkirin û wiha got: "Li Şirnexê 7 tax ser û bin bûn. Ev zarok li ku dijîn. Di nava zevistanê de ev zarok dê çawa bijîn. Zarok ji hemû mafê xwe yê tenduristî û perwerdehiyê hatin dûrxistin. Mafê zarokan ên bingehîn tê tunekirin. Li şûna meclîs mafê zarokan biparêze bi vê mijara îstîsmara dixwaze bêtir êrîşkarê îstîsmare biparêze û wan efo bike. Dîsa ji ber şerê li Rojhilata Navîn zarokên koçî Tirkiye dikin û wekî penaber li kampan dijîn ji hemû mafê xweyên jiyanê bêpar in.
Tirkiye her çend îmze avêtibe bin pêymanê jî li gorî pîvan û rêgezên peymanê tev nagere. Mafên zarokan tê binpêkirin û Tirkiye ma^fên zarokan nas nake.
Cihan Başakçıoğlu - dihaber