BÎA'yê rapora çavdêriya medya aşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN - BÎA'yê rapora çavdêriya mehên cotmeh, mijdar û kanûna 2016'an bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora BİA'yê 131 rojnameger di girtîgehê de derbasî 2017’an bûn. 41 rojnameger û xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Bi biryarên KHK'ê 24 saziyên medya hatin girtin.

BÎA'yê rapora çavderiyê ya mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê ya 2016'an aşkere kir. Li gorî rapora çavdêriyê ya BÎA'yê di 3 mehên dawî yên 2016'an de 131 rojnameger di girtîgehê de derbasî çileya 2017’an bûn. Di çarçoveya dozên xalên TMK û TCK'ê ye bi îdîayên endamên “rêxistine" ne û têkiliyên wan bi hevre hene, 81 rojnamegerên medya cemaetê, 31 rojnamegerên medya kurd, hatin girtin. Di heman serdema 2015’an de 31 rojnamegerên cemaetê û 17 rojnamegerên medya kurd di girtîgehê debûn.

CÎNAYETA HRANT DÎNK

Rûniştina doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrand Dînk ku 10 salin didome hêj bi encam nebûye û hêj 35 bersûc tên darizandin, doza wan bi encam nebûye. Ji dozê tenê 2 kes girtî tên darizandin.

CÎNAYETA ANTER

Rûniştina doza Rojnameger Musa Anter ku li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike hêj bi encam nebûye. Doz taloqî 14'a 2017’an hatiye kirin.

131 ROJNAMEGER DI GIRTÎGEHÊ DE DERBASÎ 2017'AN BÛN


Li gorî raporê 131 rojnameger di girtîgehê de derbasî 1'ê Çileya 2017’an bûn. Ji van rojnamegeran 81 jê yên cemaetê 31 rojnameger jî yên çapemeniya kurd di girtîgehê de derbasî 2017'an bûn. Dîsa 11 rojnameger û nivîskarên Rojnameya Cumhuriyetê di girtîgehê de derbasî 2017'an bûn. Ji 131 rojnamegerên girtî jê 18 rojnamegeran hikum xwarine û 7 tên darizandin û hêj der barê 106 rojnamegeran de doz nehatiye vekirin.

DI SERDAMA OHAL'Ê DE 79 XEBATKARÊN MEDYA HATIN GIRTIN

Li gorî raporê di serdema OHAL'ê de 79 rojnameger û xebatkarên medya hatin girtin. Der barê 13 nûnerên medya de bi îdîaya "Endamtiya FETO" doz li wan hat vekirin. Rojnamegerên hatin girtin ji mafên xwe yên name, ziyaret û mafên civakî zêde sûdê nagirin. Di vê pêvajoyê de Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem Zana Kaya, Şêwirmendên Weşanê û nivîskar Aslı Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay jî di navde 9 rojnameger hatin berdan. Di vê pêvajoyê de 4 jê xebatkarên medyaya navneteweyî bi giştî 41 rojnameger û xebatkarên medya hatin binçavkirin.

Di 3 mehên dawî yên 2016'an de 8 rojnameger û navenda rojnameyekê rastî êrîşê hatin. 105 rojnameger û saziyek medya rastî gefan hatin. 2 Rojnameger û malberek nûçeyan rastî êrîş û gefa devkî hat. Li dijî hesabê medya yê 2 rojnamegeran êrîş pêk hat.


DOZ DÊ JI NÛVE BÊN DÎTIN

Rûniştina dozên rojnameger Ugur Mumcu, Bahriye Uçok, Muammer Aksoy û Ahmet Taner Kişlali dê ji nûve bê ditin. Doza Rojnameger Cihan Hayırsevener ê li Bandirma hat qetilkirin jî dê ji nûve bê dîtin. Doza Gerînendeyê Rojnameya Cumhuriyetê yê berê Can Dündar û Nûçegîhanê NTV'ê Yagiz Şenkal didome.

Di vê pêvajoyê de 73 rojnameger ji TMK'ê 547 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tên darizandin. 5 rojnameger rastî 15 sal û 2 meh ceza hatin. 5 rojnameger beraet bûn.

Ji 73 rojnamegeran 38 rojnameger, bi sedema ku piştgirî dan Rojnameya Ozgur Gundemê û di Nobeta Gerînendeya Giştî" ya Ozgur Gundemêde cih girtin doz li wan hat vekirin.

99 rojnameger bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" û “alikarî daye rêxistinê" bi giştî ji 1606 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatin darizandin. 16 rojnameger 10 rastî cezayê muebeta giran hatin. Dîsa bi 257 sal girtîgehê tên darizandin.

27 rojnameger bi sûcdariyên cuda ji 79 sal cezayê girtîgehê hatin darizandin. Ji van rojnamegeran 2 rojnameger beraet bûn. Rojnamegererk rastî 2 hezar û 100 TL cezayê pereyan hat. Bi giştî ji bo rojnamegerên tên darizandin 10 cezayên muebeta giran, 1 muebbet û 2 hezar û 494 sal û 6 meh cezayê girtîgehê tê xwestin.

Der barê rojnamegerekî de bi îdîaya heqaret kiriye bi giştî 7 hezar û 300 TL cezayê pereyan û dîsa ji sucdariyek din 10 hezar TL cezayê pereyan hat mahkumkirin. Hêj 7 rojnameger ji 62 sal û 4 meh cezayê hepsê û 100 hezar tl tên darizandin.


Di vê pêvajoyê de der 12 qedexeyên weşanê hatin îlankirin. 54 rojnameger malên wan hatin desteserkirin. 8 malperên înternetê yên nûçeyan hatin sansurkirin. Bi biryarên KHK'ê 24 saziyên medya hatin girtin. Qartê 3 rojnaemgeran hatin betalkirin.

Ji bo 10 rojnamegerên Cumhuriyetê li AYM’ê glî hatin kirin. DMME'ê ji bo rojnamegerek, redkarekî wîjdanî û nûnere partiyekê bi sedema azadiya ramanê hatiye îhlalkirin 8 hezar û 500 avro (30 hezar û 350 TL) ceza li Tirkiye birî.

RTUK

RTUK'ê di vê pêvajoyê de saziyên 6 TV hişkar kir. 11 TV cezayê pereyan û radjoyek carekê hişyar kir û 5 caran cezayê pereyan li wan birî. RTUK'ê bi giştî 1.559.955 TL ceza li wan birî.