Onder: Min ew axaftin 3 caran li Meclîsê jî kir

AMED - Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder di doza ku ji bo wî heta 40 salan ceza tê xwestin de parastina xwe kir û anî ziman ku ew axaftina ku li KCD'ê kiriye û wekî sûc tê hesibandin di 2011'an de 3 caran li Meclîsê kiriye.

Doza ku der barê Parlamenterê HDP'ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder da ji ber axaftina wî ya li Newroza Amedê û civîna Kongreya Civaka Demokratîk de kiriye û serdanên wî yên Qendîlê yên dema "pêvajoya çareseriyê" kiriyê, wêneyên bi endamên Konseya Rêveber a KCK'ê ve kişandiye hate vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin.

Onder bi "endamtiya rêxistinê" 3 caran "propagandaya rêxistinê" "gel ji bo kîn û dijminatiyê texrîkirinê" ve tê sûcdarkirin û heta 40 salan der barê wî de ceza tê xwestin.

Onder bi SEGBÎS'ê ji 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê beşdarî dozê bû û parêzerên Onder di dozê de amade bûn. Piştî tespîtkirina nasnameyan û xwendina îdianameyê ve Ondar mafê axaftinê girt û parastina xwe kir.

Onder di parastina xwe de wiha got:

'GER EZ PEYWIRDARÊ VÊ DERÊ DERB BIKIM...

"Destnedayîna qanûnçêkirinê hat rakirin. Lê ez dibêjim ev doz ji esasê bê redkirin. Ez 3 salan di komîsyona qanûna bingehîn de xebitîm. Ez li Tirkiyeyê yek ji kesên ku li ser qanûna bingehîn xebat kiriye me. Pêkûtiyekî wisa heye. Heke ev destendayîn di dawiya serdema qanûnçêkirinê de bihata rakirin niha jî destnedayîna min nehatiba rakirin ji bo vî darizandinê mirov dikaribû bibêje di cih de ye. Lê niha wisa bû. Ji bo careke hate rakirin. hemû quralên rêziknameya Meclîsê ya hundirên tune hat hesibandin û tune hat hesibandin. Roja ku hat rakirin jî hemû dosya sewqî meqamên edlî hatin kirin. Heman rojê medeyek lê hate zêdekirin. Heman rojê destnedayînên me hatin rakirin.Niha ez li vir ji bo heyeta we gotineke heqeretê bikim zemînekî min bidarîzîne nîne. An jî ez peywirdarên li vir derb bikim zemînekî hiqûqî ya min bidarizîne tuneye. Ji ber ku parlamenterekî ku destnedayîna wî heye me. Heke makîneyekî demê bihata îcatkirin û di paşerojê de me bidarizande ev dê bihata fêmkirin. Lê em difikirin ku rayeya darizandinê teqez e. Lê ji bo vê şert nîne. Feraseta me ya îfade nedayînê ji ber vê yekê bû.

HÛN DIKARIN XWE 5 DEQÎQEYAN DE BIGÎHÎNIN KCD'Ê

Dema ku em bên naveroka dozê dixwazim tiştekî ku bala min kişandiye dest pê bike. Hemû xebat ji raya giştî re vekiriye. Di îdianameyê de KCD wekî cihekî neqanûnî hatiye pênasekirin. Lê heta beriya 2 hefteyan jî ji edliyeyê derkevin dikarin xwe 5 depîqeyan de bigihînin avahiya KCD'ê. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin li cihê xwe yê nû xebatên xwe didomîne. Kesekî bi navê Turabî yê ku karê wî îxbarkirina me ye heye. Hem di Newrozê de hem jî wêneyê ku di rojnameyê de derketiye di çarçoveya 'pêvajoya çareseriyê' de hatiye kirin e. Têkîldarî vê dozgeriya çapemeniyê heye. Saziyên ku ji bo şopandinê hatine peywirdarkirin hene. Cemiyet heye. Dozgerî dikare bikeve nava helwdanan. Ev li ber çavê hemû cihanê qewimiye. Lê ji bo vê saziyekî ketiye nava hewldanan nîne. Turabî Beg dikeve nava tevgerê. Li înternetê min lêkolînekî biçûk kir. Beriya 2 mehan bi îdiaya ku Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Înegolê heqeret li Ataturk kiriye bûye muştekî. Lê ev doz hatiye dîtin û daxwaza wî ya muştekîbûnê nehatiye qebûlkirin. Ev darizandin ji ber ku pêvajoya çareseriyê hate rawestindin tên kirin.

'EM AXAFTIN MIN LI MECLÎSÊ JÎ KIR'

Niha li cem min axaftinên min ên li Meclîsê kireşe hene. Bi dehan axaftinên min ên li kursiyê kiriye hene. Ez û parêzerên min dîrok û hejmara wan bidin. Di arşîvên Meclîsê de qeydkirîne. Teoriyekî ku xemsariya qanûnçêkirinê di qanûna bingehîn de heye. Ev tiştekî ku bê rakirin nîne. Dema ku wekîl gotinên li kursiyê dike li derve dubare bike ev gotin ji girtekên Meclîsê bi biryara Civata Giştî ya Meclîsê hatibin derxistin berpirsyar nikarin bên girtin. Dema ku mirov bi vî rengî binêre axaftina min a di civîna KCD'ê de gotin bi gotin 3 caran ji 2011'an heta niha li Meclîsê kiriye. Di navbera 2011 û 2014'an de. Em ê pêşkêşî heyata we bikin. An adarê yan jî di dawiya adarê roja ku xebatên me neyên astengkirin ez ê bêm salona we ya dadgehê û dixwazim belgeyan bidim û parastina xwe bikim. Ji ber vê yekê jî demê dixwazim."

ŞERTA KONTROLA EDLÎ NEHAT RAKIRIN

Parêzerên Onder jî gotin tiştekî li parastinê zêde bikin nîne lê xwestin der barê muwekîlên wan de şerta kontrola edlî ya hatiye dayîn bê rakirin. Heyeta dadgehê ji bo parastinê dema ku hat xwestin qebûl kir lê daxwaza rakirina şerta kontrola edlî red kir.

Doz taloqî adarê hat kirin.