AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê girtî ye ji bo doza KCK'ê ya ku tê darizandin anîn Amedê.
Doza KCK'ê ya ku Hevserokên Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hatîp Dîcle, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ên girtî ne jî di nav de ya 154 siyasetmedarên kurd dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê dîtin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li Girtîha Tîpa T a Xarhêtê girtî ye û siyasetmedarên kurd Ferhan Turk û Ramazan Debe beşdar bûn. Hevsera Turk, Mulkiye Turk, parlamenterên HDP'ê Nadîr Yildirim û Meral Daniş Beştaş jî di nav de gelek kes ji bo dozê bişopînin hatin salonê.
Di dozê de Ahmet Turk parastina xwe dike.