STENBOL - Delegasyona Holanda ku ji bo civîna NATOPA hat Tirkiye bi heyeta HDP'ê re hevdîtin kir.
Civîna Lijneya Giştî ya 62'emîn a NATOPA di roja duyemîn de li Otela Hilton Bomonti berdewam dike. Civîn bi mijarên rojevê de berdewam dike. Di civîna ku rexneyên tuj li Tirkiye tên kirin de delefasyona holanda bi heyeta HDP'ê re hevdîtin kir. Di civînê de heyeta HDP’ê û endamê NATOPA Milletvekili Ziya Pir û Berpirsiyarê Karên Derve û Cîgrê Hevserokê Giştî Hişyar Ozsoy, ewil bi delegasyonên Holanda yên beşdarî civina NATOPA bûne re hevdîtin kirin.
Parlamenterê Hikûmeta Hollanda û Serokê Delegasyonê Han Ten Broeke jî tev li hevdîtinê bû. Parlamenterên HDP’ê der barê geşedanên dawî yên siyasî de agahî dan delegasyonê. Hevdîtina heyeta HDP’ê dê bi delegasyonên Swêd û Avusturalya re berdewam bike.