Sirri Sureyya Onder hat binçavkirin piştî îfadeyê hat berdan

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Ennqereyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Enqereyê hate binçavkirin. Onder ê di çarçoveya lêpirsîna ku der barê wî de li Amedê hatiye vekirin hat binçavkirin, piştî ^fadeyê hat berdan.

Parlamenterê HDP'ê yê Ennqereyê û Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li Enqereyê di çarçoveya operasyona 4'ê mijdara 2016'an de hatibû binçavkirin careke din hate binçavkirin. Di çarçoveya dosyayê de der barê Onder de biryara bi zorê anînê hatibû dayîn. Li ser vê Ondar li Enqereyê hate binçavkirin û birin Edliyeya Enqereyê. Onder di doza 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de bi SEGBÎS'ê îfade da û piştre jî hate berdan. Li aliyê din biryara şerta kontrola edlî ya berê hatibû hatibû dayîn jî hat rakirin.