AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîne Ahmet Turk ê girtî ku ji "Doza sereke ya KCK'ê" tê darizandin, di rûniştina dozê de diyar kir ku ew di qada siyasî de her serdem rasti neheqiyê hat û her dem li gorî atmosferên siyasî hat darizandin.
71'emîn rûniştina "Doza Sereke ya KCK'ê" li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Di rûniştina îro de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê ye, Siyasetmedarê kurd Ferhan Turk û Ramazan Debe amade bûn. Li salona dadgehê Hevsera Ahmet Turk Mulkiye Turk, Parlamenterên HDP'ê Meral Danış Beştaş, Nadir Yildirim, Osman Baydemîr, Feleknas Uca, Nimetullah Erdogmuş û Ahmet Yildirim û gelek siyasetmedarên din amade bûn. Berî rûniştinê polîsan dora edliyê dorpêç kir û li dora edliyê tedbîrên mezin girtin.
TURK: EZ HER DEMÊ RASTÎ NEHEQIYÊ HATIM
Rûniştina dozê saet di 10.00'an de dest pê kir. Piştî rûniştina dozê Hevşaredarê Mêrdînê û siyasetmedarê kurd Ahmet Turk parastin kir. Ahmet Turk, diyar kir ku bi salan de di qada siyasî de siyasetê dike û her dem di qada siyasî de rastî neheqiyê hatiye. Turk, destnîşan kir ku her dem ji bo çareseriya pirsgirêkan têkoşiya ye, lê her dem bi biryarên siyasî hatiye darizandin. Turk da zanîn ku ev darizandin û neheqiya li hemberî wî hêj berdewam dike û wiha got: "Her dem min xebatên siyasî kirin. Lê her dem ez rastî neheqiyan hatim. Her dem li min lêpirsîn û doz hatin vekirin. Ez hatim girtin. Di sala 2012'an de ji ber axaftina min a Newrozê doz li min hat vekirin. Bi salan e li herêma me Newroz tê pîrozkirin. Di Newroza 2012'an de ez jî 5 deqîqeyan axivîm. Tu pirsgirêka min bi rayedarên ewlehiyê re çênebûye. Ger ku niqaşek bi vî rengê hebûya dê di dîmenan de bihata dîtin.
Ez ji sala 1973'an heta niha siyaseta demokratîk dimeşînim. Ez van tawanbariyên bi vî rengî qebûl nakim."
'DIVÊ TURK JI VÊ DOSYAYÊ BERAET BIBE'
Piştî Turk parastin kir, Parêzer Fethî Gumuş jî anî zimanku di sala 2009'an de di bin navê “KCK”ê de operasyon pêk hatiye û Turk agahî xwest. Gumuş da zanîn ku wî jî agahî daye Turk û wiha got: "Min wekî parêzerê Turk agahî da Turk. Lê wekî ku min li ser navê rêxistinê agahi dabe û ferman dabe tê dîtin. Ez bi "Endamtiya rêxistinê" têm tawanbarkirin. Hemû hevdîtina ku min bi Turk re kiriye der barê lêpirsînê de ye. Tu aliyê wê yê rêxistinî tune ye. Rojekê Turk bû mêvanê me. Lê ev mêvandariya wî ya li mala me wekî hevdîtinek îlegal hatiye dîtin. Ji sala 1980'an heta niha parêzeriya Turk dikim. Turk ji hemû dosyayên xwe beraet bûye. Ez bawer dikim ku dê ji vê dosyaya xwe jî baraet bibe."
AKTAR: AHMET TURK DENGÊ WÎCDANÊ ME YE
Prz. Mehmet Emin Aktar jî parastina Ahmet Turk kir û ani ziman ku Turk dengê wîcdane wan e û wiha got: "Bi salan e siyasetê dike. Her kes Turk nas dike. Her kes vê tawanbariyê qebûl nake. Tê gotin ku Kekê Ahmet li ser otobusa hilbijartinê propaganda kiriye. Dema lîstikvanekî gokê ji piştî macê nîşaneya serkeftinêdike. Ev çawa dibe propaganda rêxistinê.
Tu aliyê vê yekê yê suc tune. Turk dengê wîcdanê me ye."
FERHAN TURK BI KURDÎ PARASTIN KIR
Siyasetmedar û hevşaredarê Qoserê yê berê Ferhan Turk jî bi kurdî parastin kir û sûcdariya der barê xwe de red kir. Ferhan Turk anî ziman ku wekî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwestiye ku ez bibim Şaredarê Qoserê ez bûme şaredar û wiha got: "Dibêjim tu çûye ewropa û bi Cemil Bayik û Sabri Ok re hevdîtin kiriye. Lê ez tu wext neçûm Ewropa. Di sala 2006'an de li ser daweta Herêma Federal a Kurdistanê ez çûm Kurdistana Iraqê. Wê dema ez çûm jî tu rojeva hilbijartinê tune bû. Di îdîanameyê de tê gotin ku ez demekê di nava PKK'ê de mame. Tu aliyê rast ê vê îdîanameyê tune ye. Ez bi dengê ji sedi 78 bûm şaredarê Qoserê. Di vê pêvajoyê de her tişt hat serê min.
Parêzerê Ferhan Turk Erdal Kuzu jî parastin kir û diyar kir ku tu eleweya van îdîayan bi rastiyê tune ye.
HEMÛ ÎDÎAYÊN DER BARÊ MIN DE BÊ BINGEH IN
Siyasetmedar Ramazan Debe jî bi kurdî parastin kir û diyar kir ku hêj îdîaname negihiştiye destêwî, lê dîsa jî hemû îdîayên der barê wî de tev derew in û tu tiştê ku wekî suc bê qebûl kirin wî nekiriye.
DADGEH BÊ RAYE YE
Herî dawî Turk xwest ji ber tenduristiya xwe wî neqli Girtîgeha tîpa D a Amedê bikin. Li ser vê yekê heyetê ji diyar kir ku wan jî, ji bo anîna Amedê daxwaz kirine, lê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin. Heyetê diyar kir ku tiştekî di detêwan de tune ye.
Piştî parastinê doz taloqî 25'ê Çile Roja çarşemê kirin.