AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafên mirovan a 2016'an a li bajarên kurdan aşkere kir. ÎHD'ê di raporê de diyar kir ku di 2016'an de 46 hezar û 292 maf hatine binpêkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bilicî ev yek wekî tabloya tirsnak bi nav kir û wiha got: "Em bang li rayedaran dikin ku OHAL'ê rakin û ji nûve dest bi muzakereyan bikin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a 2016'an li bajarên kurdan derketin holê bi raya giştî re parve kir. Beriya rapor bê aşkerekirin Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Raci Bîlîcî, diyar kir ku daneyên ku derketiye holê û wêneyê hatiye xêzkirin wan pir ditirsîne û rewşek tirsnak e. Bîlîcî, diyar kir ku her çend der barê wan de serlêdana suc bê kirin jî ew dê lekolîna rastiyan û parvekirina rastiyan berdewam bikin. Bîlîcî, bilêv kir ku ew dê heta dawî mafên mirovan biparêzin.
Bîlîcî anî ziman ev daxwaza guhertina xalên qanûna bingehîn li dijî daxwaza civakê ye û li dijî daxwaza civakê diçe referandumê. Bîlîcî, bilêv kir ku ev guhertin xizmeta demokratîkbûna Tirkiye nake û wiha got: "Ji Tîrmeha 2015'an û heta niha em her roj di nava şer de ne. Her roj mafên mirovan tên binpêkirin. Salên 1990'an dubare dibin. Ev polîtîkayên yekperest encamê nastînin. Divê bi lezgîn OHAL'ê bi dawî bikin û ji nûve li muzakereyan vegerin.
323 JÊ GIRAN 905 GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ KIRINE
Bîlîpîcî piştî axaftinê rapor bi raya giştî re parve kir. Bîlîcî, bilêv kir ku di çarçoveya OHAL'ê de biryarên KHK’ê ketine meriyetê û bi van biryaran zext û zordarî zêdetir bûye. Bîlîcî agahiyên raporê wiha parve kir: “"Di encama zext û tundiya li ser çapemeniyê de 131 rojnameger hêj girtî ne. Mafê rojnamegeran ê rastiyê bişopîne û nuçeyan çêke tê astengkirin. Li herêmê 171 komeleyên ku xebatên zarok, jin û mafên mirovan dimeşîne hatin girtin. Bi îlana OHAL'ê re di bin çavan de îşkence zêde bûn. Hêjmara kesên hatin binçavkirin zêde bûn. Dema binçavkirinê hat dirêjkirin.Bi her awayi binpêkirina mafan zêde bû. Li girtîgehan mafê girtiyan ên tenduristî, ragihandin û mafê wan ê civakî ji destê wan hat girtin. Niha li Girtîgehan 323 jê giran bi giştî 905 girtiyên nexweş hene û ew terkî mirinê hatine kirin. Bi OHAL'ê û qedexeya derketina kolanan binpêkirina mafan derket asta herî jor. Li herêmê operasyonên leşkerî zêd bûn. Gelek herêm wekî Qada Ewlehiya Taybet hat îlankirin.
SALA 2016'AN BÛ SALA TUNDIYA LI SER ZAROKAN
Sala 2016'an bû sala ku tundiya li ser zarokan zêde bûye. Jin her roj hatin kuştin û rastiyê tundiyê hatin. Herî zêde zarok û jin rastî binpêkirina mafan hatin.
Di ve salê de înfaz, kuştina bê daraz, erka mafê bikaranîna çekê, zêde bû. Ji ber erka kuştinê zêdebû 304 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin. 131 kes birîndar bûn. Kesek ji aliyê cerdevanan ve hat kuştin û 2 kes birîndar bûn. Li girtîgehên herêmê 6 kesan jiyanaxwe ji dest dan. Kesek birîndar bû. Di cînayetên kujer nediyar de 6 kes hatin kuştin. 5 jê zarok 14 kes birîndar bûn. 11 kes ji ber şaşiyên polîsan mirin. 7 kes birîndar bûn. 2 leşker û polîsan întîhar kir. 8 polîs û leşker bi awayekî şik mirin.
2 endamên komele û partiyên siyasî û 2 rêveberên herêmî di erîşê de hatin kuştin. Di êrîşan de 6 rojnameger, 10 xwendekar, rêvebebereki herêmî, yek bijîşk, 3 endamên tenduristiyê birîndar bûn.
DI BÎLANÇOYA ŞER DE 1302 KES MIRIN
Di salekê de 456 leşker û polîs û hezar û 112 polis û leşker birîndar bûn. 816 endamên rêxistina çekdar jiyana xwe ji dest dan û 14 kes birîndar bûn. 30 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 33 sivîl birîndar bûn. Di çalakiyên rêxistinê de 116 kesan jiyana xwe ji dest dan û 760 kes birîndar bûn.
9 ZAROK BI BOMBEYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di şerê li ser sînor de 34 kesan jiyana xwe ji dest da. 41 kes birindar bûn. Ji ber bombeyên bê xwedî 2 mêr 2 jin û 9 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 5 mêr, 3 jin û 29 zarok birîndar bûn. Di salekê de 16 mêr 8 jin û 2 zarok bi awayekî şikdar jiyana xwe ji dest dan. 8 kesan întinar kir.
74 CARNA KOLAN HATIN QEDEXEKIRIN, 34 CARAN HERÊMÊM EWLEHIYA TAYBET HAT ÎLANKIRIN
Di salekê de 74 caran kolan li welatiyan hatin qedexekirin û 34 caran herêmên ewlehiya taybet hat îlankirin. Di şer û qedexeyan de li 8 herêman daristan hatin şewitandin. Di encama operasyonên leşkerî de 4 maf hatin îhlalkirin. Di operasyonan de 4 cenaze nedan malbatan. Li dijî cenazeyan 2, hurmetiya li dijî miriyan 2, li malbatan daxwaza tazmînatê 5 bi giştî 25 binpekirina mafan pek hat.
52 JIN Û 19 ZAROK DI ENCAMA TUNDIYE DE JIYANA XWE JI DEST DAN
Di encama tundiyê de 11 jinan dawî li jiyana xwe anî. 2 jin ketin nava hewldana întîharê. Di tuntiya di nava malê de 30 jin hatin kuştin. 11 jin birindar bûn. Di qada civakî de 11 jin rastî tundiyê hatin û jiyana xwe ji dest dan. 3 jin birîndar bûn. 6 jin rastî îstîsmara zayendî hatin. 9 zarokan întîhar kirin. 2 zarok ketin nava hewldana întîharê. 8 zarok di tundiya di nava malêde hatin kuştin. 2 zarok birindar bûn. 4 zarok rastî îstismara zayendî ya nava malê hatin. Di tundiya nava civakê de 2 zarok hatin kuştin. 110 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.
647 ÎHLALÊN ÎŞKENCEYÊ PÊK HATIN
Di bin çavan de 216 kes rastî îşkenceyê hatin. 7 kes ji aliyê cerdevanan ve rastî îşkenceyê hatin. 138 kes li derve rastî îşkenceyê hatin. Bi giştî 647 kes rastî îşkenceyê hatin.
6 HEZAR Û 860 BINCAV Û HEZAR Û 724 KES HATIN GIRTIN
Di salekê de popîs û leşkeran bi ser 3 hezar û 556 malan de girt. Di serdegirtina malan de 150 zarok bi giştî 6 hezar û 710 kes hatin binçavkirin. Ji vana 40 zarok hezar û 684 kes hatin girtin. 17 kes ji aliyê rêxistinê ve hatin desteserkirin.
575 LÊPIRSÎN 72 DOZ Û 114 CEZA
Di salekê de 3 şahî hatin qedexekirin. 94 weşan hati qedexekirin. 11 saziyên rojname û weşanê rastî serdegirtinê hatin. 34 malperên înternetê hatin astengkirin. 39 Tv û radyo hatin girtin. Di çarçoveya azadiya ramanê de 575 kes rastî lêpirsînê 72 kes rastî dozê hatin û ji 45 dosyayan der barê 114 kesan de ceza hat dayîn.
171 KOMELE HATIN GIRTIN
Di salekê de polîsan bi ser 47 partiyên siyasî 9, komele, 20 şaredarî, 4 saziyên çand û perwerdehiyê, 17 saziyên din de girtin. 171 komele, 11 navendên çand û perwerdehiyê û saziyek din hatin girtin. Polîsan mudaxaleyî 78 meşên civakî kirin. 38 meş û xwepêşandan hatin qedexekirin.
828 GIRTÎ HATIN SIRGUNKIRIN
Zextên li dijî girtiyan zêde bû. Di salekê de 828 girtî sirgûn bûn. Mafê tenduristiyê yê 54 girtiyan hat îhlalkirin. Mafê ziyareta 13 kesan a malbatê hat qedexekirin. 38 kes rastî tecrîd û îsolasyonê man. 85 kes rastî cezayê disîplînê hatin.
Di salekê de 10 hezar û 259 endamên xebatkarên cemaweriyê ji peyvirê hatin girtin. 956 endamêr cemaweriyê hatin îxrackirin. 145 karmend hatin cezakirin û 15 kes sirgûn bûn.
Der barê sedan mamosteyan de doz hat vekirin û hatin cezakirin.
Di sala 2016'an de bi giştî 46 hezar û 292 maf hatin îhlalkirin.