HATAY - Parlamenterê HDP'ê Ziya Pîr, bal kişand ser binpêkirinên li girtigehan û wiha got: "Bi pêşniyarnameya AKP'ê dê erk û rayeyê bidin gardiyanan ku gardiyan îşkenceyê li gardiyanan bikin. Dê çekê jî bidin gardiyanan.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Ziya Pîr û endama Lijneya Reveberiya Navendî ya HDP'ê Asiye Kolçak, der barê operasyon, binçavkirin û girtinên li Hatayê endam û rêveberên HDP'ê yên li Îskenderûnê li avahiya HDP'ê ya Îskenderunê ziyaret kir. Pîr, di ziyaretê de diyar kir ku di pêvajoya OHAL'ê de operasyonên li dijî HDP’ê zêde bûne û wiha got: "Di van operasyonan de 16 hezar kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 6 hezar kes hatin binçavkirin." Pîr, bal kişand ser zextên li ser girtîgehan jî û da zanîn ku AK Partiyê pêşniyarname daye û di ve peşniyarnameyê dê erka gardiyanan zêde bike û çekê bidin gerdiyanan.