SÊRT - Karkerên ku di Şîrketa Kana Sifir a Koma Cînerê ya li navçeya Şîrwanê de dixebitin, têkildarî hezana pêk hat û 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku wan talûkeya heyî gelek caran bi rayedaran re parvekir, lê rayedaran tenê guhdar kir. Birayê Karker Yavuz Yildiz ê berê di bin hezanê de ma û xwe rizgar kir Fatih Yildiz diyar kir ku berê gelek caran serî li rayedaran da, lê encam negirtin.
Di 17'ê mijdarê de li Gundê Madenê Kana Sifir a Koma Cîner hezan pêk hatibû û zinar hilweşiya bû. Di hezanê de 16 karker di bin hezanê de man. Di facîaya madenê ya Şîrwanê ya ku 16 kes di bin hezazê de mabûn, heta niha cenazeyê 5 kesan ji bin hezazê ahtiye derxistin. Walîtiya Sêrtê der barê faciaya madenê ya li navçeya Şîrwanê diyar kir ku, ji ber hezaz li navçeya Şîrwanê pêk hatiye, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de 5 kesên gumanbar hatine binçavkirin û piştî lêprisîna dozgeriyê ji 5 kesên hatin binçavkirin, gerînendeyê kargehê M.O. hatiye girtin.
Xizmên karkeran û karkerên di kanê de dixebitin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku wan berê gelek caran rayedar agahdar kirin, lê rayedaran tenê guhdar kir û der barê ewlehiyê de tedbîr negirtin. Malbatan diyar kirin ku ji Koma Cinerê zêdeyî 100 sucdar hene û wiha gotin: “Ger ku rayedarên şîrketê lmi şûna hilberîn û qezencê girîngî dabûya ewlehiyê îro ev tofan pêk nedihat. Karker ji bo 2 hezar tl rojê 12 saetan dixebitîn. Li şûna 3 vardiye tenê 2 vardiye dixebidin.
‘JI SEDÎ SED ŞÎRKET BERPIRSIYAR E
Bavê karker Kerem Arat ê di bin hezanê de ma Zahir Arat, diyar kir ku Şîrketa Cinerê ji sedî 100 berpirsiyar e û û wiha got: "Li cihê hilweşîn pêk hat mehek berê qelş çêbûbû. Karkeran rayedar agahdar kirin. Lê ev yek îhmal kirin.
'WALIYÊ SÊRTÊ Û AKTAY DESTÛR NEDAN EM CENAZEYAN DERXIN
Arat, destnîşan kir ku piştî hezanê Waliyê Sêrtê û Parlamenterê AK Partiyê Yasin Aktay hatin cihê bûyerê û destûr nedan ku malbat bi derfetên xwe cenazeyên zarokên xwe ji bin hezanê derxin. Arat, ani ziman ku hem walî û hem jî wekîlê AKP'ê hatin vir bi sedema talûke ye destûr nedan wan û wiha got: "Ne ew dixebitin û ne jî destûr didin ku em bi xwe cenazeyên zarokên xwe derxin. Ger destûr dabûna niha me cenaze derxistibûna.
‘GER TEDBÎR GIRTIBÛNA DÊ ÎRO ZAROKÊN ME SAX BÛNA'
Arat, da zanîn ku ger rayedaran di wexta xwe de tedbîr girtibûna dê îro zarokên wan sax bûna û wiha got: "Piştî bûyerê gelek malbat bi telefonê gihiştin tarokên xwe. Ger ku piştî bûyerê bi lezgîn mudaxale hatibûna kirin û tedbîr hatibûna girtin dê zarokên me xelas bûbûna. Kurê min hêj di bin axê de ye. Ez 2 roj berê raste rast çûm cem Waliyê Sêrtê. Lê got ‘Xebata niha talûke ye' û destûr neda. "
Birayê Karker Yavuz Yildiz Fatih Yildiz diyar kir ku birayê wî berê jî di bin hezanê de ma, lê bi derfetên xwe, xwe rizgar kir, lê vê carê xelas nebû. Fatih Yawuz anî ziman ku birayê wî 12 saetan dixebitî û wiha got: “Birayê min di vardiya şevê de 12 saetan dixebitî. Meh û nîvek berê jî di bin hezanê de ma. Lê xwe bi derfetên xwe rizgar kir. Lê vê carê xwe rizgar nebû. Birayê min berê rayedar hişyar kirin. Rayedaran guhdar kir, lê pêk neanîn.m
LEŞKER LI WIR KOM KIRIN
Fatih Yavuz, bertek nîşanî rayedarên hikûmetê da û wiha got: “Birayê min Yavuz ji rayedaran re got baran zêde bûye û xebat zahmet bûye. Yavuz nexwest bixebite. Rayedarên şîrketê bi fikra bila hilberîn hebe yê din ne girîng e tev geriyan. Ger ku roja ewil bi lezgîn mudaxale kiribûna dibû ku jiyana xwe ji dest nedana. Ji bo xizmên karkeran dengê xwe nekin komek leşker li wir kom kirin.
‘TEK AMAÇLARI DAHA FAZLA KÂR’
Karkerê ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku rayedarên şîrketê ji bo xizmên karkeran dengê xwe dernexin leşker li wir bi cih kirin. Karker, da zanîn ku armanca wan ew bû ku bêtir qezenç bikin û ewlehiya karkeran nefikîn. Bi qasî girîngî dan hilberîn û qezencê, girîngî nedan ewlehiya karkeran.
Heyetên ji AFAD, AKUT û UMKE hatin tenê li pêş kamerayê şov kirin.
Mahmut Ruvanas / Lezgin Akdeniz - dihaber